Koordînasyona Civaka Êzidî ya Demokratîk (KCÊD) bi daxuyaniyekê  encamnameya civîna xwe aşkera kir. Di encamnameya civînê de KCÊD´ê destnîşan kir ku PKK hêviya Êzidiyan e û got, “Pêwîstiya vê civakê bi we heye. Lewma em bawer in hûn ê bi berpirsyariya xwe rabin.” 

Civîna Koordînayona Civaka Êzidî ya Demokratîk di navbera 25-28’ê Kanûnê de li Çiyayê Şengalê bi beşdariya 60 delegeyên ji tevahiya Kurdistanê, Ewrûpa, Rûsya û Ermenîstanê pêk hat. KCÊD bi daxuyaniyekê  encamnameya civîna xwe eşkere kir.

 ‘Ferman ne qedera me ye’

Di encamnameyê de KCÊD´ê îşaret bi fermanên hatî serê civaka Êzîdî û belavbûna wê li çaqr aliyê cihanê kir û got, “Weke civaka Êzidî em dixwazin êdî vê rastiya ku li ser me tê ferzkirin, biguherînin. Em vê fermana dawî ya giran, dikin wesîleya dersderxistinê. Li ser vê bingehê hatiye destnîşankirin ku divê hewldan ji bo pêkhatina yekîtiya civaka me ya Êzîdî ya li cîhanê belav bûyî bê destpêkirin, ev hewldan weke platform, vîn û mekanîzmayekê bê birêxistinkirin.”

 ‘PKK bi hewara Şengaliyan ve hat’

KCÊD´ê got, “Em Êzîdî li ku dijîn bila bijîn, Şengal cih û warê hevpar ê hemû Êzîdiyan e, welatê wan e. Siberoja Şengalê siberoja tevahiya civaka Êzîdî ye. Lewma girîng e, Êzîdî bi vê hişmendî û berpirsyariyê li her devera lê dijîn, li dora Şengalê xebatên xwe bimeşînin û ji her alî ve desteka madî û manewî ji Şengalê re bikin. Wekî din, hin nîqaşên di dema dawî de li ser Şengalê tên meşandin, civaka me ya Êzidî gelekî aciz dikin û diêşînin. Yên ku mafê wan ê gotinê li ser Şengalê nîne, yên ku rûyê wan nîne li civaka Êzîdî binêrin, hewl didin xwe bikin xwediyê Êzîdiyan û vê yekê jî bi piştgiriya dewleta AKP’ê ya ku dijminê Kurdan û civaka Êzîdiyan e, dikin. Ev yek birînên me bêhtir vedide. 

Mafê me ye ku em ji PKK’ê bixwazin ku hê jî vê civakê biparêze, ji ber ku PKK weke hêzeke neteweyî ya bi xurtî li dijî DAIŞ’ê şer dike, bi hawara civaka me ya Êzîdiyan ve hat. PKK dema bi hewara me ve hat ji kesî nepirsî, ji me jî nepirsî, kesî jî nekarî pêşî lê bigire. PKK’ê bi berpirsyariya xwe ya însanî û neteweyî rabû û biryara vê yekê da.”

 ‘Pêwîstiya civaka Êzîdî hê jî bi parastina PKK’ê heye’

Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin ku hêzên navneteweyî hê siberoj û hebûna Êzîdiyan ewle nekirine, pêwîstiya civaka Êzidî hê jî bi parastina PKK’ê heye û weha ji PKK´ê re peyivî: “Gelek pirsgirêk û fikarên mirovên me yên weke ewlekarî, îdare û hwd. nehatine çareserkirin û nehatine ewlekirin. Bi dîtina me, hê jî berpirsyariya we li pêşberî vê civakê heye û li ser vê bingehê, tevî ku daxuyanî û hewldaneke we ya fermî nîne jî, em derketina we ji vê derê rast nabînin. Pêwîstiya vê civakê bi we heye û em bawer in hûn ê di vê mijarê de bi berpirsyariyariya xwe rabin.”

 ‘Xweseriya Şengalê esas e’

 KCÊD´ê di encamnameyê de statuya ji bo Şengalê jî bi vî rengî nirxand: “Di civîna me de siyaseteke ku mafên Êzîdiyan ewle dike û li ser perspekîfa xweseriya Şengalê hemû Êzîdiyan digihîne hev, esas hatiye girtin. Li ser vê bingehê, biryar hatiye dayîn ku li nava saziyên navneteweyî û li herêmê hewldanên pêwîst bên destpêkirin.”

 Banga rêxistinbûnê li Êzîdiyan

Di encamnameya civînê de KCÊD´ê banga rêxistinbûyînê li Êzîdiyan kir û got; “Girîng e Êzîdî li hemû qad-welatên lê ne, rêxistinbûnên xwe yên xweser xurt bikin, eger tinebe van rêxistinbûnan ava bikin û yekîtî û hevgirtina civaka me esas bigirin. Ji ber pêwîstiya bi rêxistinbûna hevpar a civaka me ya Êzidî ya li hemû qadan, civîna me rêveberiya Civaka Êzidî ya Demokratîk a ji 31 kesan, ku ji nûnerên hemû sazî û rêxistinên Êzidiyan ên li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat pêk tê, hilbijartiye û koordînasyonek ji pênc kesan diyar kiriye.”

 YBŞ ji bo Êzîdiyan hemûyan bûye hêvî

KCÊD´ê biryarên derbarê xurtkirina YBŞ´ê de jî da û got, “Hatiye destnîşankirin, ku YBŞ ne tenê ji bo Şengalê di heman demê de ji bo hemû Êzîdiyan bûye hêvî, lewma pêwîst e Êzîdiyên li her qadê bi nêzîkatiyeke desteka madî û manewî nêzî YBŞ’ê bibin. 

Civîna me bang li Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewrûpa, Dewletên Yekbûyî yên Emerîka û saziyên navneteweyî yên pêwendîdar kiriye û ji wan xwestiye, ku ji bo ewlebûna mafên civaka me ya Êzîdî, xweseriya Şengalê û rêvebirina xwe bi xwe ya Êzîdiyan, li ser vê bingehê çareserkirina pirsgirêkên Şengalê bikevin nava hewldanan û bibin garantor.”

Yekîtiya civaka Êzîdî 

KCÊD´ê herî dawî banga yekîtiyê li Êzîdiyan kir: “Civîna me bang li tevahiya civaka Êzidî kiriye, ku nêrînên xwe yên siyasî çi dibe bila bibe, li jorî berjewendiyên partî, malbat û eşîran, civaka me ya Êzîdî yekîtî û hevgirtinê esas bigire, li ser vê bingehê li her cihê lê ne bi yekîtî û hevgirtinê tevbigerin.

Herî dawî em bang li civaka xwe ya li çar aliyên cîhanê belav bûyî dikin ku li axa xwe ya pîroz vegere. Em bawer in, em ê civakîbûn û yekîtiya xwe, li ser axa xwe, li cih û warên xwe yê pîroz bi pêş bixînin.” 


ROJNEWS / ŞENGAL