Komîteya Ziman û Perwerdeyê ya KCK’ê ji bo gelê Kurd yê li Bakûrê Kurdistan û Tirkiyeyê daxuyaniyek da û got “Jixwe bi vebûna dibistanan re gelê me li gelek herêman hestiyariya hewce dikir nîşan daye. Baweriya me pê heye ku, li hemû herêman wê gelê me di demeke kurt de bi vê erka xwe ya bi şeref û dîrokî rabin û qadên asîmîlasyonê bi temamî red bikin."
Komîteya Ziman û Perwerdeyê ya KCK’ê derbarê perwerdeya zimanê dayîkê û helwesta dewleta Tirk ya li hemberî vê de daxuyaniyek nivîskî da. Komîteyê di daxuyaniyê de destnîşan kir ku gelê Kurd ji pêvajoya fînalê de ye û di vê pêvajoyê de daxwaza gelê kurd perwerdeya zimanê dayîkê ye. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji bo vê yekê wê gelê Kurd tawîzê nede û weha hat gotin:  "Biryara ji binî ve redkirina saziyên perwerde û leşkeriyê ya rêxistina me, xwediyê mane û girîngiyeke dîrokî ye. Dewleta Tirk daxwazên gelê kurd ya perwerdeya zimanê dayîkê bi tiştekî nehesibandiye û hewl daye vê bi helwesteke beredayî ya dersên hilbijare ji ser çavên xwe biavêje. Em weke rêxistin û gel ne xwediyê wê mafê ne ku, di aliyê armanc û amûrên em bi kar tînin de ne zelal bin, nebes û kêm bimînin an jî şikla têkoşîna xwe rojane nekin, li gorî pêwîstiyên pêvajoyê neguherin."


Helwesta malbata Ercan û Medya biçuk
Komiteyê di daxuyaniye de, helwesta Ercan û Mamoste Medya wekê perspektîfa pratîkî ya têkoşîna perwerdeya bi zimanê zikmakî nirxand û wiha berdewam kir: "Jixwe bi vebûna dibistanan re gelê me li gelek herêman hestiyariya hewce dikir nîşan daye. Baweriya me pê heye ku, li hemû herêman wê gelê me di demeke kurt de bi vê erka xwe ya bi şeref û dîrokî rabin û qadên asîmîlasyonê bi temamî red bikin. Weke rêxistin em dikarin di maneyekê de xwe bişans bihesibînin. Cara yekemîn malbata Ercan Mêrdînî bi zarokên xwe neşandina dibistanê û Mamoste Medya jî bi heman awayî nîşan daye ku, Kurt dikarin bi çalekiyeke bêîtîatiyê ya wiha perwerdeya dewletê ji binî de red bikin û ji ber ku xwestekên wan ên bi zimanê zikmakî perwerde jiyanî nebûye her kes dikare malên xwe wergerîne dibistanekê. Dîsa Mamoste Medya di vê çarçoveyê de tevî temena xwe ya biçûk ev erka dîrokî girtiye ser milê xwe û mala xwe kiriye dibistaneke Kurdewarî. Wan nîşanî dost û dijmin dane ku, pêwîstiya Kurdan bi dewletê ku Kurdan û çanda Kurdan qetl dike û bi dibistanên dewletê ku her yek jê biryargaheke asîmîlasyonê ye nîne. Mala her Kurdê welatparêz dibistaneke. Her kesê ku herfekê dizane jî mamosteyek e. Ya rast Malbata Ercan û Mamoste Medaya ne tenê perspektîfa pratîkî ya têkoşîna perwerdeya bi zimanê zikmakî dayine, di heman demê de mînaka pratîkî ya avakirina xweseriya demokratîk a derveyê dewletê jî dane."

Divê her qad bibe weke Mexmûrê

Komiteyê di dawiya daxuyaniye de bang li malbatên kurd kir ku helwesta malbata Ercan û Mamoste Medya weke mînak bibînin û derfetên perwerdeya zimanê zikmakî ya li wargeha Mexmûrê baş bikarbînin. Di dawiya daxuyaniyê de weha hat gotin: "Helwesta rast a ku were nîşandan, mewziyên hatine vegirtin hê jî peşde birin û fireh kirine. Ji ber ku, jixwe kampa Mexmûr mewziyek ku hatiye qezenckirine û di dilê dijmin de birînek e; helwesta rast ew e ku em hemû qadên bakûrê Kurdistanê jî bikin weke Mexmûrê. Li ser vî esasî em hevî dikin ku, her malbata welatparêz a Kurd, her ferdê Kurd pêwîstiyên têkoşîna perwerdeya bi zimanê zikmakî, ku Rêberê me û rêxistina me vê weke gaveke azadbûna neteweyî dihesibîne derbasî jiyanê bike û gavên pêwîst biavêje."" 

  ANF/BEHDÎNAN




Li Mexmûrê dibistan vebûn

Li Wargeha Penaberan a Şehît Rustem (Mexmûr) ku perwerdeya bi zimanê Kurdî tê dayîn, serdema hîndekarî û perwerdehiyê ya sala 2012-2013'an, bi merasimekê dest pê kir.
Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê serdema hîndekarî û perwerdehiyê ya nû bi merasîmeke girseyî dest pê kir. Di merasîmê de tevî xwendekarên dibistanan, nûnerên saziyên civaka sivîl û malbat jî amade bûn. Di merasima vekirinê de destpêkê deqayek rêz hate girtin. Paşê li ser girîngiya zimanê Kurdî axaftin hate kirin û hat diyarkirin ku perwerdeya zimanê Kurdî ya li Mexmûrê ji bo hemû Kurdan dibe mînak û her Kurd ji pêşxistin û xwedîderketina zimanê dayîkê divê xwe berpirsyar bibîne.
Li Mexmûrê her weha îsal 2 dibistanên nû jî hatin vekirin. Ji bo vekirina dibistanan merasîm hate lidarxistin. Endamê Meclisa Gel Hecî Kaçan, Serokê Şaredariyê û endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aşitiyê jî tevlî merasîmê bûn. Endamê Meclisa Gel a Demokratik Hecî Kaçan di merasîmê de axivî û ji bo gelê Kurd girîngiya perwerdeya zimanê dayîkê destnîşan kir. Kaçan di sazkirina pergala perwerdeyê de zexmetiyên ku pê re rû bi rû mane bibîrxist û diyar kir ku divê ji bo zimanê dayîkê di her warî de têkoşîn were dayîn. Kaçan weha got: " Weke xelkê wergehê ev perwerda zimanê dayîkê ji bo me şansek e. Mixabin li qadên din gelê Kurd nikarin weke me bi zimanê dayika xwe perwerde bibinin û hîn bibin. Ji bo vê divê em xwe baş perwerde bikin da ku em bikarin pêşengî ji civaka nû re bikîn." 

DÎHA/MEXMÛR




Li Rojava şoreşa ziman

Komîteya Ziman û Perwerdehiya KCK’ê perwerdeya bi Kurdî ya li Rojavayê Kurdistanê hate destpêkirin silav kir. Komîteyê bal kişand pêvajoya girîng û dîrokî ya li Rojavayê Kurdistanê û destnîşankir ku ji vê pêvajoyê de  ji bo gelê Kurd jî di warê diyarkirina çarenûsa xwe, bidestxistina destkeftên girîng û diyarkirina statuya xwe ya siyasî de gavên pir cîddî û dîrokî diqewimin. Komîteyê diyarkir ku li Rojavayê Kurdistanê vekirina dibistanan û birêvebirina perwerdehiya bi zimanê zikmakî weke yek ji gavên herî girîng ya şoreşê bi nav kir.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di sala nû ya perwerdeyê de divê  xwedîderketin û pêşxistina zimanê dayîkê di asta herî jor de be û di vê warî de xebatên mayînde werîn meşandin. Di daxuyaniyê de  weha hat gotin: "Em hêvîdar in ku ev sala nû ya perwerdehiyê bibe wesîleya mayendebûna perwerdehiya bi zimanê dayikê, sekna xwîna ku li Rojhilatanavîn diherike, aşîtiyeke mayende û biratiya navbera gelan.  Li Bakûrê Kurdîstanê gelê me her roj bi daxwaza perwedehiya zimanê Kurdî dema ku qadan dadigire û li beramberî hemû êrîşan rû bi rû dimîne, li Rojavayê Kurdistanê di vê mijarê de destketiyên ku hatine bidestxistin dirokî ne. Xwedîderketina li van nirxên dîrokî û pêşdebirina wan erka herî sereke ya gelê me, mamoste û şagirtên me ye.  Pêşxistin û xwedîderketina van nirxên azadî û ev emanetê ku ji aliyê cangoriyên şoreşe ve ji me re weke mîras hatiye hiştin wezîfeya me ya serekê ye. Divê em van pêş de bibin û weke regezek û pîvaneke exlaqî xwedî lê derkevin û zimanê Kurdî bikin zimanê jiyanê.Em di vê baweriyê dene ku tevahî gelê me; bi taybetî jî di gel mamoste û şagirtan de, dê û bav di vê mijarê de hestyariya pêwîst nîşan bidin.“