Konseya Rêveber a KCK’ê bi daxuyaniyekê cejna Remezanê li alema Îslamê û Gelê Kurdistanê pîroz kir.
Konseya Rêveber a KCK’ê cejna Remezanê li alema Îslamê û Gelê Kurdistanê pîroz kir û ragihand ku heta gerîla neçar nemînin di rojên cejnê de beşdarî tu şer pevçûnan nabin. KCK’ê bal kişand ser şer û pevçûnên li Kurdistanê û têkoşîna gelên herêmê û diyar kir ku gelê Kurd ê ku têkoşîna azadî û demokrasiyê bilind dike, nabe alîgirê van pevçûnan û wê nebin. KCK’ê got; “Ev helwest hem ji bo avakirina yekîtiya neteweyî ya gelê me û bawerî , mezheba wan her çi jî be ji bo parastina biratiya gelan û li dijî polîtîkayên ku civakan bi hev dişikînin gelekî hewce ye. Ji bo ku gelên me nekevin vê xefkê çawa ku pêdivî bi têkoşînê heye, parastina yekîtiya neteweyî-demokratîk ya gelê Kurdistanê, têkoşîna li dijî her cure lîstikên dagirker peywirek e bingehîn e.

'Li dijî zilmê têkoşîn'

KCK bang li hemû hêz û tevgerên Kurdistanî kir û ev tişt anî ziman: "Li der û dora vê polîtîkaya netewî nirxên demokratîk biparêzin, bi rawesteke yekîtîparêziya neteweyî pêşî li pevçûnên di navbera gelên deverê de bigirin, li pêşberî wê rawestin, nebin aliyê wê û xeta azadîxwaz biparêzin... Îro gelê Kurd çawa ku di têkoşîna xwe de li dijî zilma desthildatdariyan di qadên siyasî, sosyal, çandî, aborî de xwe birêxistin dike û bersivê dide bi heman awayî di qada baweriyê de jî divê xwe bi rêxistin bike û li dijî zilma desthilatdaran peywirdar e ku têkoşîna xwe bike."

Divê di cejnê de xwîn nerije

KCK bal kişand ser polîtikayên îmha û înkarê yê dewleta Tirk û hukûmeta AKP û diyarkir ku gelek caran rojên cejnê ji bo gelê kurd kirine rojên kuştinê û jinedîtî ve hatîne. KCK anî ziman ku di van rojên cejnê de divê xwîn nerije û diyarkir ku gerîla her dem li hemberî rojên pîroz hurmetdar e û di van rojên pîroz ên cejnê de ku ne ji neçarî be wê gerîla nekevin şer û pevçûnan. 
KCK ji hemû gelê kurd jî xwest ku bi mûnasebeta cejnê pirsgirêk û nakokiyên di navbera xwe de xurt bikin, aramiyê pêş bixin û ji bo aştiyeke mayînde rêxistinbûna xwe xurt bikin. 


Banga yekîtî û berxwedanê
Di daxuyaniyê de weha hat gotin: "Li hemberî zilma li gelê me û polîtîkayên mêtîngeran divê gelê Kurd berxwedana xwe xurt bike.  Her mumînê xwedî wijdan, li dijî hêzên ku koletiyê ferz dikin divê bêdeng nemînin û ev jî rastiya ahlaq û bawermendiyê ye. Bi wesîleya meha mubarek a Remezanê kesên ji riya rast derketine, divê tevlî doza heq û edaletê bibin, ger tevlî nebin jî divê xwe ji vê qirêjiyê derbixin û nebin alîgir. Em bang dikin ku bila dest ji vê îxanetê berdin. Divê ev bê zanîn ku kesên ji bo berjewendî, şexsî û malbatî ligel zilmê cih digirin, ne tenê îxanetê li netewa xwe di heman demê de li hemberî ola îslamê ya ku serî li hemberî zilmê natewîne jî radibe.  Em careke din bi îradeya azad û sekna demokratîk ya gelê Kurd û gelên rojhilata navîn, bi baweriya ku wê nirxên bawerî û çandî dê ji nû ve di nava aşitî û biratiyê de şîn bibe, cejna Remezanê li gelê xwe pîroz dikin. Ji bo Azadiya Rêber Apo û Azadiya gelê me em bang dikin ku divê zêdetir piştgirî pêk were û rêxistînbûn were xurtkirin."


Engîn Sîncer hat bîranin
KCK’ê di dawiya daxuyaniyê de fermandarê gerîlayan Engîn Sîncer (Erdal) jî di salvegera 9. ya jiyandestdayîna wî de bibîranî û weha got: "Em fermandar û mîlîtanê pêşeng Erdal (Engîn Sîncer) di 9’emîn salvegera şehadeta wî de careke din bi bîr tînin. Kesayetiya wî ya mînak, jiyana wî ya paq û pîroz, durustiya wî her tim ji me re bûye rehber. Nemiriya Erdalan dê bi azadbûna Kurdistanê mumkun be û em bang dikin ku hemû ciwanên Kurdistanê di xeta Erdalan de têkoşîna xwe bidomîne.”

 ANF/BEHDÎNAN




Ji KNK’ê peyama cejnê

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi daxuyaniyek nivîskî Cejna Remezanê, pîroz kir.  KNK’ê di peyama xwe de destnîşan kir ku gelê kurd û gelê cîhanê mixabin dîsa cejnê di nav şer û pevçûnan de pêşwazî dike. KNK’ê diyar kir ku divê di nava gelan û baweriyên cûda de jiyanek hevpar ya dilsoziya biratî û wekheviyê pêk were. KNK’ê, bang li hemû gelên misilman kir ku li dijî hêzên bazirgan, desthilatdariyên statukoparêz, di nava yekîtî û dilsozî de dengê xwe bilind bikin û weha got: “Baş tê zanîn ku misilmantî, ji gelek baweriyên cûda, weke mezheb pêk tê, lê riya wan tevahî yek e û digihe cem Yezdanê Mezin. Pêwiste tevahiya gelên misilman, ji kîjan baweriyê dibin bila bibin, li dijî desthilatdariyên statukoparêz, otorîter û ku parêzvaniya yek ziman, yek al, yek dewlet, yek netew, yek baweriyê dikin dengê xwe bi hev re û di nava yekitiyek dilsoz de bilind bikin. Bi hêviya aştiyek mayinde, wekheviya biratî û dilsoziya jiyanek hevpar ya cîhana îslamî û gelên li Kurdistan û tevahiya Rojhilata Navîn, em cejna gelê Kurd û tevahiya cîhana îslamî pîroz dikin. 

BRUKSEL