
Kurd bûne xwedî nasname
Daxuyanî ji aliyê Serokê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûrat KArayilan ve hate xwendin û wiha got: "Mîna ku hûn jî ji nêz ve dişopînin muzakereyên di navebar dewleta Tirk û Rêberê Gelê Kurd Rêber Apo de hatine destpêkirin gihiştine merheleyekê. Rêbertiya me di 21'ê Adar a 2013'an de bi banga xwe ya di asta manîfestoyê de ev pêvajo da dest pê kirin. Şik û guman tuneye ku li dewsa çekê ketina dewreyê ya siyasetê û avakirina zemîna vê yekê di encama hewldanên Rêbertiya me ku di bin şertên giran ên esaretê de ne û têkoşîna çil salî ya bi berdelên giran hate meşandin de pek hatiye."
Karayilan diyarkir ku êdî polîtîkayên înkarê têk çûne û wiha berdewam kir: "Di qonaxa em gihiştinê de diyar bû ku bi rêbazên tevkujî, zext, sirgun û asîmilasyonê encam nayê girtin. Bi têkoşîneke bêhempa pêşiya vê yekê hate girtin. Bi têkoşîna bêhempa ya hate dayin gelê Kurd û her kesayetê Kurd bûye xwedî kesayet û nasname."
'Divê mafê jiyana azad ê Kurdan bê dayin'
Di daxuyaniya KCK'ê de bal hate kişandin ku di vê pêvajoya sedsala 21. de pêwiste mafên jiyana azad û demokratî ji bo gelê Kurdistanê jî bê naskirin û asta têkoşîna gelê Kurd gihiştiyê bi vî rengî hate rawe kirin: "Îro gelê me li rojavayê Kurdistanê bi şêwazekî defakto gihiştiya pêk anîna şoreşa azadiyê û li başûrê Kurdistanê gelê me xwedî statuyeke federal. Dîsa li bakûrê Kurdistanê tevî hemû êrîşên û konseptên tinekirinê yên netwî û navnetewî gelê me têkoşîna azadiyê domand û gelek tişt bidest xistin. Di vê pêvajoya ku li Rojhilata Navîn pêşketinên mezin pêk tên de mîna sed salî beriya niha êdî ne mumkun e ku gelê Kurd di bin polîtîkayên red û înkarê de bêstatubûn û bê nasnameyiyê qebûl bike. Di vê çerçoveyê de diyare ku muzakereyên di navebera Rêberitay me û dewletê de tên meşandin gelekî girîng in."
Têkildarî pêşketinên di hevdîtinên di navbera Ocalan û dewletê de jî Karayilan ev agahî dan: "Rêbertiya me encamên hevdîtin û muzakereyên bi dewletê re bi rêya heyetên BDP'ê bi me re parve kirin. Her wiha bi du nameyên amade kirî nerînên xwe û encamên hevdîtinan bi bi rêveberiya tevgera me re parve kirin. Mîna hemû hebûnên nava KCK'ê û wek rêveberî nirxandinên pêwist bûn hatin kirin û bi nameyan bersiv û pêşniyarên me yên ji bo pêvajoyê ji Rêbertiya me re hatin pêşkêş kirin. Piştî parvekirina nerînan û pêşketinên berbiçav û encamên em gihiştinê Rêber Apo bi biryardayineke dîrokî di 14'ê Nîsanê de bi nameya sêyemîn banga vekişîna hêzên gerîla li me kir. Rêveberiya tevgera me ev bang mîna perspektîf û fermanekê girte dest û gihişte biryardayina ku hemû berpirsiyariyên dikeve ser milê wê de bicîh bîne."
Xalên ku divê têkevin meriyetê
KCK'ê di berdewama daxuyaniyê de anî ziman ku tevgera wan li ser bingehê encama ku Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dewletê re muzakere dest pê kiriye di 23'ê Adarê de agirbest îlan kirin û vê agirbesta xwe berdewam dikin. KCK'ê da zanîn ku hêza wan a gerilla li ser vê pêvajoyê bi biryakek xurt û vînek mezin gihiştin encama ku bikişînin dervê sînorê Tirkiyeyê û wiha got: "Em dê banga Rêberê Apo bê fikar û şik pêk bînin. Ji bo pirsgirêka Kurd çareser bibe û Tirkiye demokratîk bibe em dibêjin rêya Aştiya Rojhilata Navîn vebe lazime ku hemû kesên aştî, demokrasî, biratî û edaletê dixwazin tev li pêvajoyê bibin û piştgiriyê bidin pêvajoyê.
6 xalên girîng
KCK'ê 6 xalên ku ji bo pêvajo nekeve nava aloziyê wiha rêz kir:
- Hêzên me yên gerîlla ji bo ku bi tu awayî nekevin nava pevçûnan dê di rêgehên ku berê diyar kirine re paşve bikişin. Dê di çarçoveya rêxistinbûn û dîsîplîna partiyê de paşve bikişin.
- Li ser bingehê amadekariya paşvekişandinê dê di 8'ê Gulana 2013'an de gavên pêşvekişaninê dest pê bike. Paşvekişandin dê gav bi gav û kom bi kom pêk bê. Veger dê bi terza tevgera gerîlla û li ser bingehê dîsîplînê di demek herî kêm de pêk bê.
- Di paşvekişandinê de hêza me ya paşve bikişe dê bên li Herêma Federal a Kurdistanê bi cih bibin. Hêza me ya ku vegerae Kurdistana Başûr dê hebûna xwe ya fermî biparêzin û em dixwazin ku Hikûmeta Federal a Kurdistanê jî vê xweşbînî û hestyariyê nîşan bide.
- Em hêvî dikin ku di paşvekişandinê de hêza artêşa Tirk jî heman hesasiyetê nîşan bide. Ev rêgezek mecbûrî ye. Ger ku dema gerîllayê me paşve bikişe, rastî êrîş, operasyon, bonbardimanê bên dê bersîva xweparastinê bidin.
- Hêzên me yên gerîlla dema paşve bikişe divê dewleta Tirkiyeyê jî li gorî vê yekê destûr nedin ku leşker bi gerîlla re têkeve pevçûnê û rê li pê hêza gerîlla vekin.
- Divê heyeten serbixwe rê li pêş pêvajoyê vekin û şaşiyên herdu aliyan tespît bikin û ji bo pêvajo bi tenduristî pêş bikeve dertefe ava bikin."
Pêvajo wê ji 3 pêngavan pêk bê
KCK'ê di berdewama daxuyaniya xwe de diyar kir ku pêvajoya bi navê Çareseriya Demokratîk tê binavkirin ji 3 pêngavan pêk tê û wiha got: "Ger ku hêzên me yên gerîlla bi tenduristî û serkeftî paşve bikişin dê dê pêngava yekem bi dawî bibe.
Pêngava duyemîn ji bo aştiyek mayinde pêk bê, divê bêtir hikûmet û dewlet peyvir û erka xwe pêk bîne. Di vê pêvajoyê de hamle dora dewlet û hikûmetê ye. Di vê pêvajoyê de gavên ku hikûmet û dewlet bavêjin ev in: Divê di çarçoveya avakirina makeqûnê de reform pên. Ji bo Tirkiye tam demokratîk bibe û pirsgirêka Kurd çareser bibe şert û mercên çareseriyê bên avakirin. Divê pergala cerdevanî, tîmên taybet, û hemû hêzên taybet ên şer ji holê bên rakirin. Divê feraseta civaka demokratîk û siyaseta demokratîk esas bê girtin. Dîsa ji bo makeqanûna demokratîk divê dewleta Tirkiye êdî bes gelê Kurd înkar bike. Divê hemûna gelê Kurd û azadiya gelê Kurd nas bike. Divê azadiya nasname, bawreriyên cuda, mafên azadiya raman û ifadeyê nas bike. Divê di navbera hemû bîr, bawerî ziman û civakan de wekheviyê biparêze û bi zagonan mîsoger bike. Ji bo vê jî divê makeqanûna demokratîk ava bike.
Di pêngava sêyemîn de jî wekî "Pêvajoya asayîbûnê' dest pê dike. Di vêpêvajoya asayîbûnê de divê civak li hev bê û wekhevî û azadî dest pê bike. Divê di serî re Rêber Apo, û hemû kesên girtî azad bibe. Ger ku her kes azad bibe wê demê dê çek ji dewrê derkevin. Wê demê bêçekbûna gerilla dê têkevin rojevê."
Ev destpêka demek nû ye
Karayilan anî ziman ku piştî dewra çekan ji holê rabû divê siyaset têkeve meriyetê û wiha berdewam kir: "Em wekî tevgera azadiyê bi pêngava banga Rêber Apo ya di Newrozê de kir, dest bi pêvajoyek nû kir. Em dixwazin bi vê bangê ne tenê pirsgireka Kurdên Tirkiyeyê, em dixwazin pirsgirêka hemû Kurdên çar perçeyan û aştiya hemû Rojhilata navîn pêş bikeve. Em dixwazin pirsgirêk ne bi riya çekan, bi riya siyaseta demokratîk û diyalogê pêş bikeve. Di vê pêvajoyê de êdî gel şer naxwaze û aştiyê dixwaze. Êdî gelê Rojhilata Navîn û Asya Navîn bi qasî av û xwarinê mohtacê aştiyê ye."
Karayilan, anî ziman ku ev pêvajoya ku wan dest pê kiriye ji bo aştiya Tirkiye û Rojhilata Navîn pir girîng e û wiha berdewam kir: "Bi vê pêngava me di polîtîkayên me yên çareseriya hevsengî û geşedanên herêmê de tiştek nehatiye guhertin. Di polîtîkaya me ya Rojhilata navîn de xêza 3'emîn a ne alîgirê şer û pevçûnan e. Xêza aştî û biratiyê ye. Xêza wekhevî, aştî û azadiyê ye. Xêza demokrasiyê ye. Li Rojhilata navîn pirsgirêka sereke pirsgirêka Kurd e. Ger ku pirsgirêka Kurd çareser bibe dê li herêmê û rojhilata navîn aştî û aramî pêş bikeve. Dê fêdê bide her kesî.
Karayilan ji bo çareseriyê piştgirî ji DYA, YE û Rusyayê xwest. Karayilan, anî ziman ku pirsgirêka Kurd pirsgirêka navneteweyî ye û bang li hemû hêzên cîhanê û dewletên wekî DYA, NE, Rûsya kir û xwest êdî dest ji polîtîkayên înkar, îmha û serdestiyê berdin û rê li pêşiya aştî, aramî û demokrasiyê vekin. Em bang li gelê Kurd dikin ku li Amed, Hewler, Tirkiye û Ewropayê konferansên çraeseriya pirsgirêkê lidar bixin."
Karayilan bang li hemû gelê Tirkiye kir û xwest ji bo aştî, aramî, demokrasî, wekkevî, edalet û azadî pêş bikeve û ji bo bindestî, xizanî, wêranî û tundî bi dawî bibe her kes berpirsiyariya xwe bicih bînin û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Gelê Kurd li diji siyaseta înkar û îmhayê ya sedsalan bedelên herî giran da. Berxwedanek dîrokî û destanî pêş xist. Êdî dema merhaleyek nû ya çareseriyê hatiye. Rêber Apo, hamleya "Rizgariya Demokratîk û Avakirina Jiyana Azad" daye destpêkirin. Em bang li hemû hêzên Kurdistanê, partiyên siyasî, sazî û rêxistinên civakî, hêzên demokratîk dikin û piştgiiyê bidin vê pêjoyê û tev li hewldanên çareseriya demokratîk bibin. Em dixwazin her kes ji bo çareseriya demokratîk berpirsiyariya xwe bi cih bînin. Ji bo piştevaniya neteweyî em bang li her kesî dikin ku Platforma Neteweyî ava bikin û tev li 'Konferansa Aştî, Piştevanî u yekîtiyê" ku li Hewlerê pêk bê bibin.
HALIT ERMÎŞ / ANF/BEHDÎNAN