Di peyama KCK'ê de hate bibîrxistin ku bi damezirandina rojnameya Kurdistan a li paytexta Misirê Qahîreyê pêngava ku hate avêtin heta roja me bê navber bi berdelên giran hate domandin. Komîteya Çapemenî û Ragihandina KCK'ê bal kişande ser girîngiya xabatên ragihandinê ji bo gelê Kurd û ev peyam da: " Di roja me de têkoşîna azadîxwaziya gelê Kurd gihiştiye asteke girîng. Bê guman rola rojnamevaniya Kurdî û bi taybet ji medyaya Kurdî hêjayî nirxandinê ye. Îro li ser bingeha ku li Qahireyê hate avêtin bi dehan rojname, kovar, radyo u tv weşan dikin. Bi taybet jî dehan kanalên televîzyonî yên Kurdî di qada rojnamevaniya de rolek girîng dileyizin. Di vê pêvajoyê de ku li herêma me guhertinên girîng çêdibin de rola medyayê ji her demê girîngtir bûye. Medya di guhertin û veguhertinê de rola sereke dileyize. Ev hêza mezin di ware ajîtasyon, probaganda perwerde û rêxisitin kirinê de erkeke girîng bi cîh tîne."
'Zext bê navber didomin'
Komîteya Çapemenî û Ragehandina KCK’ê bibîr xist ku di pêvajoya 115 salan de ked û berdelên bêhempa ji aliyê rewşenbîr û kedkarên Kurd ve hate dayin û çapemeniya Kurd gihandin vê qonaxê. Di daxuyaniyê de zextên li ser rojnamevanên Kurd û sedemên vê zextê jî wiha hatin rêz kirin: "Hem di Tirkiyê, hem jî di Îranê de rojnamewanên Kurd bi zext û guşarên giran re rûbirû ne ku di gelek minakan de heya kuştinê jî diçe. Îro di bihara azadiya Kurdewarî de rola rojnamewanî û fikr û ramanê di jortirîn asta xwe de ye. Her çiqas zext û zorî zedê dibin, eşqa azadî û mirovahiyê jî bêhtir dibe û diçe ku taca heqîqetparêziyê dane ser banê rewşengeriya Kurdî. Roja rojnamegeriya Kurdî hem cejna pîrozkirina wan hemû pêşketinan e, hem derfeta mehkûm kirin û şermezarkirina zext û zoriyan, hem jî cîhê bilêvkirina biryardariya berdeqam kirina tekoşîna agahdar kirina gelê Kurd û hemû gelên herêmê ye. Bêguman îro rojnamewaniya Kurdî roleke agahdarî û hişyarkirina hemû gelên herêmê jî dilîze û bûya mînaka rojnamewaniya serbixwe, azad, serbilind û şanaz. Ew yek jî cihê şanaziyê ji bo gelê Kurde ku di vê qadê de jî bûye pêşeng û aldarê herêmê. Bê guman ew di heman demê de çandina şitlên ronesansa Rojhelata Nawîn e jî."
'Dawî li zextê bînin'
Di daxuyaniya Komîteya Çapemenî û Ragehandina KCK’ê zextên li ser rojnamevanên Kurd hatin bibîr xistin û ev bang li gelê Kurd hate kirin: " Di rojeke bi vî awahî de em vê rojê li hemû rojnamewan û xebatkar û kedkarên qada rojnamewaniyê û hemû gelê Kurd pîroz dikin. Soza berdewamkirina rêya cangoriyên wê qadê di hemû beşên Kurdistanê de dubare dikin. Herwiha bi baldarî doza rojnamewanên Kurd li Tirkiyê û Îranê dişopînin û ji rayedarên van dewletan dixwazin vê rûreşiyê bidawî bikin. Ji gelê xwe jî dixwazin ku weke her car piştewanê zarûkên xwe bin û di mijara zext û zoriyên ser rojnamewan û rojnamewaniya Kurdî de hişyariya xwe zêdetir bikin. Di serdema “rizgariya demokratîk” de wê rojnamewaniya Kurdî jî ji her demê baştir parêzwanê agahdarî û rewşengeriya Kurdistanê be. Lewra em dibêjin werin em bi hev re vê rojê bi rigariya demokratîk ve girêdin. Îro em ji her demê zêdetir nêzî wê yekê ne."
ANF/QENDÎL