Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê, bi munasebeta salvegera Qirkirina Enfalê daxuyaniyêk da û got “Enfala ku beriya 27 salan li Başûrê Kurdistanê pêk hat, em şermezar dikin û cangoriyên di qirkirinê de jiyana xwe ji dest dayî em bi rêzdarî bi bîr tînin.”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê, di daxuyaniya xwe de bal kişand ser êşen Enfalê û got, “Bersiva herî mezin a ji bo şehîdan, wê afirandina Kurdistana azad û Rojhilata Navîn a demokratîk be.”

KCK’ê got, “Em soz didin ku em ê bibîranîna şehîdan, bi parastina hebûn, azadî û destketiyên gelê xwe re, bidin jiyîn” û wiha dewam kir: “Dewletên ku Kurdistan xistine bin mêtîngeriya xwe, polîtîkayên xwe yên qirkirina çandî û civakî yên li hemberî gelê Kurd, bi desteka ji hêzên hegemonîk ên navneteweyî re, pêk anîne”. 

KCK’ê anî ziman ku, Kurd her dem li hemberî polîtîkayên zalimane bûn û got, Kurdan li çar parçeyên Kurdistanê her tim li ber xwe daye. 

KCK’ê di daxuyaniya xwe de anî ziman ku dewletên mêtînger, cesaret ji hêzên navneteweyî yên ku berjewendiyên xwe yên girêj li ser hemû nirxên mirovahiyê girtin û li hemberî gelê Kurd qirkirineke bê merhamet meşandine.

KCK’ê dest nîşan kir ku hezên li hemberî Kurdan qirkirin pêk anîn xwestin Kurdan bê hêz bihêlin û tine bikin.  


‘Gelê Kurd nezî armanca xwe ye’

KCK’ê diyar kir ku Kurdan li peşberî êrîşan xwe xurt kiriyê û weha dewam kir: “Eger gerîlayên Kurdistanê îro li çar parçeyên Kurdistanê vîneke têk naçe nîşan didin û têdikoşin, sedema herî girîng a vê yekê, hêrsa li hemberî zilma li gelê Kurd hatiye kirin û biryardariya ji bo ewlekirina hebûna neteweyî li ser bingeha demokrasî û azadiyê ye.”

KCK’ê di dawiya daxuyaniya xwe de got: “Êşên komkujî, qirkirin û enfalên li çar parçeyên Kurdistanê rû dan, îro bi tacîdarkirina têkoşîna demokrasî û azadiyê re tên kêmkirin. Bersiva herî mezin a li şehîdan, wê afirandina Kurdistana azad û Rojhilata Navîn a demokratîk be. Gelê Kurd di rewşeke ku gelekî nêzî hesret û armancên xwe ye. Em hemû şehîdên xwe yên ku ev afirandine careke din bi rêzdarî û mînetdarî bibîr tînin.” 


 ANF/BEHDÎNAN