KCK: Îxbar ji kampa PDK’ê bû
KCK’ê li ser êrişa hewayî ya li dijî herêma Zinê Wertê daxuyaniyek da. KCK’ê got, di êrişê de yek jê ji Bakur, yek jê ji Başûr û yek jê jî ji Rojava, sê gerîlayên wan şehîd bûne. Li gorî agahiyên KCK dide, ji kampa PDK’ê yekser agahiyên cihê van gerîlayan hinan daye dewleta Tirk da ku bombebaran bike. KCK yekser nebêje PDK’ê agahî dane jî, dibêje ji kampa pêşmergeyên wê ev agahî hatiye dayîn. Maneya vê jî ew e ku yan PDK’ê bi xwe ev kar kiriye, yan jî ew hevkariyê bi esker û MÎT’a Tirk re dike ku dikarin ji kampa wê van agahiyan bigihînin artêşa Tirk.
Dîsa xizmeta dijminên xwe dike
Daxuyaniya KCK’ê ya li ser bûyerê wiha ye: "Li Zinê û Wertê PDK dixwaze baregeheke pêşmerge çêke, ha li wê derê di êrişeke hewayî de yek ji Rojhilat, yek ji Rojava û yek jî ji Bakur, 3 gerîlayên me şehîd bûn.
Ev yekîneya sêkesî ya gerîla, berê çûbûn kampa pêşmergeyên PDK’ê lê bi cih bûn, û ji wan re gotin ne rast e ku ew li wir bin, gerîlayan ji wan xwest ji wir derkevin. Yekîneya sêkesî ya gerîlayan ji cihê pêşmergeyan veqetiyan û li cihekî nêzîk xwe bi cih kirin. Piştî ku ji cem PDK’yiyan bi dûr ketin bi rojekê, balefiran li wî cihê lê diman xist, di vê êrişê de her sê gerîla jî şehîd bûn. Ev êriş jî bi îxbarkirina cihê lêmayîna gerîlayan çêbû. Li nuqteya gerîla ya êriş lê bûyî, ne devereke şên û ne jî zomek heye. Ji ber wê jî diyar e ku agahiya cihê mayînê ji nava kampa PDK’ê hatiye dayîn.” NAVENDA NÛÇEYAN