Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê di derbarê berxwedana girtiyan de daxuyaniyak da û  diyar kir ku greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger a li Şakranê dest pê kir û li hemû girtîgehan belav bû, ketiye roja 55’an û domand: "Bi hezaran girtiyên şoreşger, weke şopdarên dîroka berxwedanê, li dijî tecrîd, zexta giran a psîkolojîk a li ser Rêber Apo û li hemberî zextên giran ên faşîst ên li ser girtiyan û gel, li ber xwe didin. Ji bo afirandina jiyaneke demokratîk û azad, ku di berdêla wê de dikarin canê xwe bidin, li ber xwe didin. Di vê demê de, ku faşîzm weke tirsnakiyê li ser Kurdistan û Tirkiyeyê digere, ew bêdeng neman. Weke ewladên herî hêja yên gel, di têkoşîna azadî û demokrasiyê de bi berpirsyarî rabûn. Di pêvajoya referandûmê de, di têkoşîna demokrasiyê ya gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê de girtiyên siyasî helwesta xwe nîşan dan. Ji ber ku desthilatdariya AKP-MHP'ê, pêkanînên xwe yê faşîst, herî zêde li Îmraliyê û zindanên din xistiye meriyetê."

‘Niha jî erka xwe bi cih tînin’

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku berxwedêrên zindanan, bi rêya çalakiya rojiya mirinê dixwazin zexta li ser Rêberê Gelê Kurd, êrîşên dijminê Kurdan û demokrasiyê, ku bi şewitandin û xerakirina bajarên Kurdan tên kirin, bi dawî bibin. Dîsa KCK’ê bi bîr xist ku sala 2012’an jî girtiyên Kurd li dij kiryarên dewletê bûbûn bersiv û hat gotin: "Çawa ku di sala 2012'an de li dijî êrîşên giran ên li ser gelê Kurd û li hemberî tecrîda li ser Rêber Apo bi berxwedanê bersiv hate dayîn, niha jî li dijî êrîşên desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê berxwedanek heta mirinê tê nîşandan. Li dijî êrîşên faşîst ên mêtîngeriya qirker a AKP-MHP'ê, ji bo bibin parçeyek ji têkoşîna demokrasî û azadiyê, dest bi çalakiyê kirine. Di serdemên herî krîtîk ên têkoşîna azadî û demokrasiyê de her tim bi erka xwe rabûne. Vê erka xwe niha jî bi cih tînin.”

Li her deverê çalakî pêwîst in

KCK’ê bi daxuyaniya xwe diyar kir ku divê gelê Kurd li girtiyan xwedî derkeve û got: “Eger berxwedêrên zindanan ji bo Rêber Apo û gelê me jiyana xwe feda dikin, divê em jî weke şoreşger, demokrat û gel, bi erka xwe rabin û xwedî li çalakiya wan derkevin, ku gihîştiye ber mirinê. Di serî de ciwanên Kurd, pêwîst e gelê me û hêzên demokrasiyê li her deverê çalakiyan lidar bixin û destekê bidin berxwedana zindanan. Ne tenê li Kurdistanê, divê ciwan li metropolên Tirkiyeyê, li her taxê bi çalakiyên xwe xwedî li berxwedana zindanan derkevin. Gel û ciwanên me yên xwedî rêxistinbûneke zana û xwezayî, pêwîst e li her cihî çalakiyên protestoyî lidar bixin. Xetên me yên sor; Rêber Apo, şehîdên me û girtiyên li zindanan e. Êrîş û tecrîda li Îmrali û zindanan, êrîşa li dijî tevahiya gelê me ye. Girtî, rûmeta têkoşîna me ya azadî û demokrasiyê ne. Divê li her cihî xwedî li wan bê derketin." 


 BEHDÎNAN/ANF