KCK'ê bi wesîleya 67. salvegera Komara Kurd a Mahabadê daxuyaniyek da û destnîşan kir ku wê bi yekitiya Kurdan xwedî li vê mîrateya mezin a dîrokî were derketin. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Komara Kurd a Mahabadê ya beriya 67 salan hat avakirin mîrateyeke mezin a dîrokî ye û hat destnîşankirin ku wê bi yekitiya Kurdan xwedî li vê mîrateyê bê derketin. Hevserokatiya Desteya Rêveber a KCK'ê got, "Ji ber vê yekê, kombûna kongreya neteweyî ya Kurd, pêwîstiyeke. Ji bo bîranîna Qazî Mûhammed û mîrateya ji me re hiştiye li gorî heq dike were bibîranîn. Divê tevahiya kom, şexsiyet û rêxistinên welaparêz ên Kurd ji xwe re bikin sedema têkoşîna azadiya gelê me û vê yekê weke wezîfeya bingehîn bibîne. Bersiva herî mezin a ji bo Komara Kurd a Mahabadê û şehîdên wê dê ev be."


Şoreşek bi rûmet e

KCK'ê derbarê destpêşa şoreşa li Rojhelat de wiha got: "Yek ji rojên herî girîng ên sedsala dawî yên gelê me 22'ê Çile ya 1946'an e, ku bi pêşengiya Qazî Mûhammed li Kurdistanê bajarê Mahabadê Komara Kurd a Mahabadê ya demokratîk hat îlankirin. Di 67. salvegera Komara Kurd a Mahabadê ku em bi rûmeteke mezin bibîr tînin, di kesayetiya yek ji pêşengê rêzdar ê gelê Kurd Qazî Mûhammed de em hemû şehîdan bi minetdarî bibîr tînin, li pêşiya bîranînên wan bi rêzdarî bejna xwe ditewînin.


Xeyalên Qazî pêk tên
KCK bibîrxist ku komara Kurd a Mahabadê, di pêşçûyîna zanyariya azadî û rizgariyê, hişyarî û yekitiya neteweyî ya li Kurdistanê de xwedî roleke gelekî girîng û dîrokî ye û got, Kurd piştî sed salan gihaştin zanyariya xwerêvebirinê. Ji ber vê yekê Rêber Apo û Tevgera Azadiyê ya Kurd, Komara Kurd a Mahabadê ku xwedî dersên mezin e her tim bi rûmetdarî û hurmeteke mezin bibîr aniye, weke mîrateyeke dîrokî nirxandiye. Lewma têkoşîna azadiyê ya Kurd di heman demê de bûye tevgereke ku xeyalên Qazî Mûhammed pêk tîne.

Komara Kurd qebûl nekirin

Derbarê encama şikestina Komara Kurd a Mahabadê de KCK ev tespît kirin:"Berjewendiyên navneteweyî nekarîbûn xwe li dewleteke Kurd a serbixwe rabigirin. Di 31'ê Adara 1947'an de di serî de zextên dewletên emperyalîst ku serkêşiya wê Îngilîstan bû, ji ber nêzîkatiyên sexte, hevnegirtî û bê pîvan ên Yekitiya Sowyetan, Komara Kurdistanê weke qurbaniyekê avêtin pêşiya dewleta Îranê. Dema Qazî Mûhammed bi bira û pismamên xwe re li meydana Çarçira ya lê komar ava kiribû di 31'ê Adara 1947'an de hatin darvekirin, hingî Komara Kurd a Mahabadê ji bo Kurdan êdî bû dîrok û mîrateyek."

´Hev bigrin dijmintayî nekin´

KCK destnîşankir ku Qazî Mûhammed demeke kurt beriya darvekirinê de wesiyetên girîng dike û ev xisus wiha hat destnîşankirin: "Ji gelê Kurd, xwişk û birayên min ên giranbuha re! Ji xwişk û birayên min ên mafên wan hatine talankirin! Ji gelê min ê rastî zilmê hatiye! Di kêliyên dawî yên jiyana xwe de çend şîretan li we bikim: Ji bo xatirê Xwedê êdî dijminahiya hev nekin, hevdu biparêzin, alîkariyê bidin hev. Li dijî dijminê zilm û zordar rawest in, xwe nefiroşin dijmin. Dijmin heta ku karê xwe bi we bide kirin, wê xwe li we rabigire, lê belê vê bizanibin ku ti carî li we nayê rehmê û ti carî ji we bawer nake. Hûn jî mîna miletên din ên li ser rûyê erdê, êdî di bin esaretê de nemînin. Ancax bi yekitî û bêyî çavnebariyê, bêyî xwe bifiroşe dijmin, bi tahamulê miletê me dikare rizgar bibe."

Yekîtiya Netewî

KCK bibîrxist ku ev gotinên Qazî Mûhammed îro li ser Rojavayê Kurdistanê piştrast bûye. KCK di vê mijarê de jî wiha got: "Rojavayê Kurdistanê mîna rûmeta tevahiya Kurdan e. Azadî û yekitiya navbera Kurdan bûye wezîfeyek ku nabe paşve were xistin. Ji ber vê yekê kombûna kongreya neteweyî ya Kurd pêwistiyeke. Ji bo bîranîna Qazî Mûhammed û mîrateya ji me re hiştiye li gorî heq dike em bibin bersiv, divê tevahiya kom, şexsiyet û rêxistinên welaparêz ên Kurd ji xwe re bikin sedema têkoşîna azadiya gelê me û vê yekê weke wezîfeya bingehîn bibînin. Bersiva herî mezin a ji bo Komara Kurd a Mahabadê û şehîdên wê, dê ev be." 

AN/FBEHDÎNAN