
Heyeta KNK’ê ya ku xebatên kongreya neteweyî dike û bi gelek partiyên Kurdan re dicive, pêr li Qendîlê bi rayedarên KCK’ê re civiya.
Li ser navê KCK’ê Hevseroka Konseya Rêveber Besê Hozat, endamê Konseya Rêveber Riza Altûn, li ser navê KNK’ê jî Alîkarê Hevserokatiya KNK’ê Tahir Kemalîzade, Endamê Dîwana KNK’ê Farûk Cemîl, Endamê Konseya KNK’ê Dr. Kamûran Berwarî, Pervîn Azîz, Endamê KNK’ê Seyît Ekrem û Ferhat Doskî beşdarî hevdîtinê bûn. Piştî hevdîtinê daxuyaniya çapemeniyê ya hevpar hate dayîn.
Di civînê de li ser navê heyeta KNK’ê Tahir Kemalîzade bal kişand ser rola Tevgera Azadiyê ya di ji nû ve vejandina civaka Kurd û diyar kir ku armanca wan a serdana KCK’ê hewldana pêkanîna Kongreya Neteweyî ye û got: “Em bawer dikin ku hûn jî germ li vê daxwaz û xwesteka me dinihêrin. Heke yekîtiya neteweyî pêk were, hêzên serdest wê Kurdan nas bikin. Li hemberî êrîşên li dijî Kurdistanê gelê Kurd ji her demê xurttir e. Em bi gelek partiyên Kurdan re civiyan. Ev civînên me erênî û germ derbas bûn. Daxwaz û xwesteka hemûyan jî pêkanîna kongreya neteweyî bû. Em jî dixwazin bi partiyên parçeyên din re bicivin û bigihêjin armanca xwe ya kongreya neteweyî û yekîtiya neteweyî.”
Kongre li dijî dijminan e
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat dest nîşan kir ku pêvajo ji bo pêkanîna kongreya neteweyî gelekî guncaw e û diyar kir ku ji bo pêkanîna kongre û yekîtiya neteweyî bêyî ku hesaban bikin çi ji destên wan were, ew ê bikin.
Hozat bal kişand ser derfetên Kurdan ên îro û got: “Ji bo pêkanîna yekîtiya neteweyî şertên niha gelekî guncaw in. Sedema ku her dem qirkirin li ser Kurdan hatiye kirin ev e ku Kurdan yekîtiya xwe ya neteweyî pêk neaniye. Hêzên mêtinger naxwazin Kurd yekîtiya xwe ya neteweyî pêk bînin û her dem dixwazin Kurd ji hev parçe parçe bin. Di kongreya neteweyî de divê hemû rêxistinên Kurdan kom bibin, kêşeyên xwe yên heta niha nîqaş û çareser bikin û yekîtiya neteweyî pêk bînin.”
KCK piştevaniya kongreyê dike
Piştî hevdîtinê her du aliyan jî daxuyaniyek da. Alîkarên Hevserokê KNK’ê Tahîr Kemalîzade, ji bo piştgiriya KCK’ê ji bo lidarxistina Kongreya Neteweyî malavahiya wê kir, diyar kir ku ji bo lidarxistina Kongreya Neteweyî, KCK wê piştgiryê bide wan û got, “Ji bo em Kongreya Neteweyî bibin Qendîlê û piştgiriya KCK’ê bigirin, em hatine Qendîlê. Ji berê ve jî KCK’ê tim di daxuyaniyê xwe de diyar kiribû ku piştgiriyê didin xebatên ji bo lidarxistina Kongreya Neteweyî, heta ji berê jî wê hê baştir piştgiriyê bikin. Di hevdîtinên me yên li gel partiyên din ên Kurd de jî hevdîtin baş derbas bûn, ji ber vê rewşê em pirr kêfxweş in. Divê em hê baştir bînin zimên ku em netewe ne, ji bo gelê Kurd mafê xwe yên neteweyî hê baştir bînin zimên. Piştî vê civînê peyama yekîtiya neteweyî didin û derbasî Rojava dibin. Piştî van hevdîtinan em ê dîsa li gel partiyên ku me hevdîtin li gel wan kiriye û nekiriye bicivin û piştî wê, em ê peyamê bidin tevahî cîhanê û bibêjin, em gelek in û ji niha ve li Rojhilata Navîn alternatîfa herî bi hêz in.”
Di nava her şert û mercî de em ê piştgirê kongreyê bin
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat jî kêfxweşiya xwe ya ji bo heyeta KNK’ê anî zimên û got, “Xebata ku didin meşandin gelekî girîng e. Em pirr ji xebata lidarxistina Kongreya Neteweyî û xebatên yekîtiya neteweyî kêfxweş in, bi qedir dibînin û piştgiriyê didin van xebatan. Ji bo lidarxistina Kongreya Neteweyî çi ji destê me bê em ê bikin. Birêvebirina xebateke bi vî rengî di vê pêvajoyê de xebateke gelekî girîng e. Ji bo Yekîtiya Neteweyî, ev rojên dîrokî ne. Divê em destketiyên çar parçeyên Kurdistanê biparêzin, azadiya gelê Kurd û Kurdistanê pêk bînin. Rêya vê jî di lidarxistina Kongreya Neteweyî û yekîtiyê re derbas dibe. Ji ber vê ev xebata ku KNK dide meşandin gelekî girîng û dîrokî ye. Di nava her şert û mercî de em ê piştgir bin.
ANF/BEHDÎNAN