
Komîteya Ziman û Perwerdeyê (KZP) ya KCK'ê diyar kir ku ziman hebûn û bihara gelan e û destnîşan kir ku ziman gelekî nebe, bihara wî gelî jî nîne, bihara gel nebe, pêşeroj jî nîne. KZP'ê da xuyakirin ku yek ji gelên xwedî bihare gelê Kurd e ji ber ku êdî gelê Kurd hay ji ziman, çand û nasnameya xwe heye.
Komîteyê da zanîn ku ziman û çanda nayê bikaranîn bi tinebûnê re rû bi rû ye û destnîşan kir ku bi vê têgihiştinê dewletên dagirker û deshilatdar her tim serî li rêbaza tinehesibandin û tinekirina çand û ziman dane. Komîteyê ragihand ku gelê Kurd bi têkoşîna xwe re ji tinebûnê hebûn da afirandin û feraseta tinehesibandina çand û zimanan ji holê rakir û got, "Hewceye ku gelê Kurd di hemû aliyan de têkoşîna xwe li hember hemû cûreyên bişavtinê bide meşandin. Di serî de bişavtina li ser çand û ziman bide rakirin û bikaribe bi nasnameya xwe tevbigere. Îro gelê Kurd, qonaxeke pir giring û zehmet derbas kir. Tevî ku gelekî xwedî dîrokeke herî kevnar jî bû lê, di roja me ya îro de weke ku ne xwedî ti paşeroje ji hêla pergaleke ji rastiya nirxên mirovahiyê dûr dihate destgirtin."
Di her qada jiyanê de Kurdî
Komîteyê ji bo pêşîgirtina li bişavtinê û pêşve birina ziman û çanda Kurd got, "di hemû sazî û malan de axiftina bi zimanê xwe esas girtin, dibistanên bi zimanê dayîkê vekirin, rastiya civaka xwe bi zimanê xwe dayîna vegotin, wêjeya xwe ya dewlemend bi zimanê xwe dayîna nivîsandin û wergerandina bi zimanêndin da ku çand û zimanê gelê Kurd ji hêla gelên cihanê ve bê nasîn û bi cil û bergên xwe yên netewî ve beşdarî hemû cihên fermî bûyîn ji xwe re bingeh bigirin."
KZP ya KCK'ê diyar kir ku tişta zimanan mayînde dike bikaranîn û nivîsandina ziman e û got, "Eger gelê Kurd çand û dîroka xwe bi zimanê xwe nenivîse û dewlemendiya wê di nivîsandinê de nedêne holê wê nikaribe çand û nasnameya xwe ya bi salan e di bin pencê bişavtinê de tê girtin bidest bixe û bigihîne azadiyê wê."
Têkoşîn ji bo fermîkirina ziman
Di daxuyaniyê de KZP'ê bal kişand ser xeteriya neaxaftina bi zimanê dayikê û destnîşan kir ku tişta mirovan ji rastiyê dûr dixîne jî pêwistînedîtina axaftina bi zimanê xwe ye û xwest dawî li vê rewşê bê anîn.
Di dewama peyamê de wiha hat gotin: "Weke gelê Kurd me qonaxa axaftina bi zimanê dayikê di encamê têkoşîneke bê hempa li şûn xwe hişt. Em îro di çarçoveya rizgariya neteweya demokratîk, înşaya jiyana azad de gihîştine qonaxa fermî kirina zimanê xwe. Di vê qonaxê de em ji vekirina dibistanan bigirin, heta pêşxistina pergala perwerdeyê êdî em ê li benda dewlet û desthilatdaran nehêlin, em ê bi xwe pêş bixin. Pêşxistin û pêşvebirina pergala perwerdeya xweser dê ji tevahî gelên ku zimanê wan di bin xeteriya linavçûnê ye re jî bibe mînakeke dîrokî. Di vê çarçoveyê de em bang li tevahî gelê Kurd û gelên ciran dikin da ku di rojeke weha de xwedî li hebûn û çanda xwe derkevin, dev ji bendewariyê berdin, pergala xwe ya perwerdê bi xwe pêşbixin. Dem êdî ne dema bendewariyan e, dema pêkanînê ye; dema xwe ji tevahî cureyên bişavtinê rizgarkirin û avakirina pergala xwe ye!"
ANF/BEHDÎNAN