KCK’ê destnîşan kir ku herî zêde gelê misilman li hemberî van êrîşana ne û wiha got: “ncax dijminek dikare ol a ku xîtabî maf, edalet, wicdan, aştî û mirovahiyê dike, bixe rewşeke bi vî rengî. Rêberê Gelê Kurd ji bo vê siya li ser îslamê rake, Konferansa Îslamê ya Demokratîk pêşniyar kiriye. Bi vî rengî wê Îslama çandî ya demokratîk û yên li dijî mirovahiyê çalakiyan dikin, ji hev bên cudakirin. Îslam bi vî rengî dikare bibe xwedî karektera maf, edalet, wicdan û aştiyane.”
Fikar zêde ye
Di daxuyaniya KCK’ê de hat gotin ku der barê Tirkiyeyê de fikarên wan zêdeye û got: “Ji ber ku cihê komkujî lê hatiye kirin Kobanê li ser sînorê Tirkiyeyê ye, fikar û gumanên der heqê Tirkiyeyê de zêdetir kirine. Desteka Tirkiye ya ji bo çeteyên bi maskeya îslamê êrîşî Şoreşa Rojava dikin, diyar e. Dîsa diyare ku Tirkiye piştgiriyê dide komeke marjînal a dijminê PYD’ê. Her wiha tê gotin ku hin komên marjînal ên Kurd alîkariyê didin çeteyên bi rûpêşa îslamê. Heta ku dijminatiya Tirkiye ya li hemberî Rojava dewam bike, dê nikaribe xwe ji van tawanbariyan rizgar bike. Di serî de Tirkiye, piştgiriya hêzên naxwazin Kurd bibin xwedî maf a ji bo van êrîşan, li pêş çavan e.”KCK’ê di berdewama daxuyaniya xwe de wiha got: “Dewleta tirk hêza yekemîn e ku li dijî daxwaza avakirina rêveberiyeke xweser û demokratîk a gelê Kurd li Rojava derket û ev yek nîşaneya berçav a vê dijminatiya wê ye. Tirkiye li Balkanan an jî li devereke din a cîhanê piştgiriyê dide kom an jî civatên nêzî xwe dewletê ava bike. Lê belê bi tundî li dijî avabûna rêveberiya xweser a Kurdên li Rojava derdikeve. Ev yek di heman demê de nêrîna Tirkiyeyê ya li Kurdan nîşan dide. Ji xwe ji ber ku Tirkiye di çareseriya pirsgirêka Kurd de xwedî vînekê nîne, heta niha bersiv nedaye gavên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Tevgera Azadiyê avêtine. Ev komkujî dê têkoşîna azadî û yekitiyê ya gelê Rojava bilindtir bike. Berevajî daxwazên kiryar û piştevanên vê komkujiyê, dê vîna jiyana demokratîk û azad xurtir bibe. Di rojên êrîşê de destnîşankirina vîna rêveberiya xweser a demokratîk, vê yekê nîşan dide.”
KCK’ê bi van hevokan dawî li daxuyaniya xwe anî: “Em careke din bang li welatên herêmê û hemû dijminên Kurdan dikin: Kurd yek ji gelên herî kevnare yê Rojhilata Navîn e. Mîna her civakê mafê vî gelî heye ku bi azadî û demokratîk bijî. Divê hemû welat û neteweyên herêmê hurmetê ji vê vîna gel nîşan bidin û sûdê bidin aramî û aştiya li Rojhilata Navîn. Jiyana demokratîk û azad a Kurdan di serî de li welatên lê dijîn, wê aştî, demokrasî û azadiyê bîne tevahiya Rojhilata Navîn.”
ANF/BEHDÎNAN