Komîteya Kêmar û Baweriyan a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) bi munasebeta  Cejna Cemaya Laleşê a bawermendên Êzîdî daxuyaniyek nivîskî dan. Komîteyê da zanîn ku Kurdên Êzîdî çanda baweriya qedîm a herêmî, Cejna Laleşê pîroz dikin û wiha hate gotin: “Cejna Cema Laleşê bi qasî ku îbadeteke olî tîne cih, piştevanî û yekitiya civaka Êzîdiyan îfade dike.”
Di peyamê de bi van gotinan cejn hate pîroz kirin: “ Di heman demê dexwesteke jiyaneke bi civakan û baweriyên cuda re jiyakirin jî îfade dike. Gelê me her sal vê cejnê din av ayekitî û aştiyê de pêşwazî dike û em vê cejnê di serî de li gelê Êzîdî û hemû gelê Kurdistanê pîroz dikin.”
Komîteya Baweriyan a KCK’ê di daxuyaniyê de li ser girîngiya rêxistinbûyina Êzîdiyan hate rawestîn û wiha hate gotin: “Piştî demeke dirêj ya komkujî û qirkirinan, di salên dawî de bi tevlibûna dehezaran kesî û rumeteke mezin Cemaya Laleş tê pîrozkirin. Em bi vê serbilind in. Gelê me yê Êzdî bi sedsalan di komkujiyan de hatin derbaskirin û hatin surgunirin. Lê ev çend salin bi awayekî sîstematîk tên cem hev. Bi sînor be jî hesreta sedsalan derbas dikin. Ezîdiyên Rusya, Ermenîstan, Ewropa, Bakur û başurê Kurdistanê cara yekemîn di salên dawî de di cejna Cemaya Laleş de tên cem hev. Ev jî piştevahiya gelê me yê Êzîdî nîşan dide. Bê guman ev geşedanên erînî yên gelê Êzîdî, hilberîna rêxistinbûn û hişmendiya têkoşîna dîrokî ye. Bi taybetî ev 30 sale civaka Êzîdî tevli têkoşîna Azadiya Kurdistanê dibin û qezencên mezin bi dest xistine. Gelê Êzîdî pêngavek pir girîng avêtin û Televîzyona Çira TV ya ku pira hişmendî û dil ava dike, vekirin. Ev berhema herî şênber e. Civaka Êzîdî ku ji van erdnîgariyan hatin surgunkirin li dora Çira TV xwe bi rêxistin kirin û ji nû ve hatin cem hev.”


‘Meşa xwe bidomînin’
Di berdewama daxuyaniyê de wiha hat gotin; “Bê guman gelek alî ji vê rêxistin, yekitî û hişmendiya gelê Êzîdî ne rehetin. Ji ber vê sedemê ji bo pêkhatina yekitiyê dikevin nava hemû hewldanan. Bi taybet hin welatên Ewropayê di nava hewldana ku rêxistinbûna Êzîdiyan têk bibe de ne. Ev alî hewl didin ku gelê me yê Êzîdî ku tên Laleşê îbadeta xwe bikin, asteng bikin. Ev kes dikevin nava xefletê. Ev kes nizanin ku dê kesên xwedî bawariya pîroz nikarin asteng bikin. Li dijî wan wekî înat, gelê me yê Êzîdî dê roj bi roj têkoşîn û hişmendiya xwe di asta xwe ya pîroz de pêş ve bibe û dê tu hêz vê meşê asteng neke.“

Gelê me yê welatparêz ên Êzîdî!

Di peyama pîrozkirina Cejna Cema Laleşê de KCK’ê bal gişande ser girîngiya ku Tevgera Azadiya Kurdistanê dide hebûn û nirxên Êzîdiyan û wiha peyama xwe bidawî kir: „Tevgera me ji roja ku ava bûye heta niha, gelê Êzîdî weke nirxeke xwe naskiriye û di her şert û mercî de ligel gelê Êzîdî cihê xwe girtin. Em wekî Tevger bi wesîleya Cejna Laleşê, wekî duh, îro jî emê dema xeterî mijara gotinê be, li eniya herî pêş emê gelê xwe yê Êzîdî biparêzin û ji bo çareseriya pirsgirêk û geşedanan em dê seferber bin. Em cejna Cemaya Laleş di serî de li gelê Şengal, Şêxan û Rojava, bakûrê Kurdistanê, Ewropa, Rusya û hemû Êzîdiyên li Kafkasyayê dijîn pîroz dikin û bang dikin ku bila hemû gelê me li dora vê yekitî û rêxistinbûnê bibin xelek.”

ANF/BEHDÎNAN