Komîteya Ziman û Perwerdê ya KCK’ê di daxuyaniya daye de got; “Di serî de em bi navê Komîteya Ziman û Prewerdeyê ya KCK’ ê hemû beşdarên konferansa zimanê Kurdî ya neteweyî ku li Amedê di pêşengiya Kurdî-Derê û saziyên Kurdî yên din de hate lidarxistin silav dikin. Em hêvî dikin ku ev konferens bibe destpêka gelek gavên dîrokî yên di derbarê ziman û perwerdehiya Kurdî de.”
KCK’ê got; “Di pêvajoyeke ku polîtîkaya înkar û qirkirina ziman û çanda Kurdî di rojava dagirkerên Tirk de ye li darxistina konferenseke wisa pir girîng e. Û xwedî wateyeke dîrokî ye. Bi taybetî jî bi beşdarbûna zimanzan û lêkolînêrên ziman, dîrok û wêjeya Kurdî yên ji çar beşên Kurdistanê, Ewrûpa û Qafqasya li darxistina konferensa ziman a neteweyî hêjayî nirxandinê ye. Ev asta beşdariyê, asta têkoşeriya tevahî kedkarên zimanê Kurdî rave dike. Di heman demê de asta bilindbûna têkoşîna gelê Kurd e.”
Daxuyaniya Komîteya Ziman û Perwerdê ya KCK’ê wiha didome; “Em jî weke Komîteya Ziman û Pewerdê ya KCK’ ê bi hêvîne ku wê ev konfernsa ziman a neteweyî bibe xwedî vîna girtina biryarên dîrokî yên di derbarê ziman û perwerdehiya Kurdî de. Her wiha pêwîste ev hevkariya neteweyî ya di qada ziman de bibe bingehekî xurt a ji bo hemû siyaseta neteweyî jî. Lewre kombûna vê konferensê jî careke din eşekere dike ku gelê Kurd ne bê altarnatîfe û dikare sîstema xwe di hemû warên jiyanê de ava bike. Em jî bi bawerin ku wê beşdarên konferensa neteweyî, bi tevlîbûna xwe ya konferensê ve bi sînor nemînin. Û di heman demê de bibin şopdarên pêkanîna biryarên di konferensê de hatin girtin. Jixwe ya ku lidarxistina konferensê watedar bike jî ev helwest û şêwazê xebata piştî konferensê ye.
Lewre divê hêzên xwedî hişnendî û polîtîkaya înkarê ne jî peyama xwe ya pêwîst ji vê konferensê bigirin. Êdî divê dagirkerên Tirk û hemû hêzên din jî bizanbin ku gelê Kurd asta zimanê xwe di erêkirina wan re derbas nake. Ne jî hedê wane ku bi wê hişmendiya xwe ya degirker ve bêjin zimanê Kurdî têra vê dike, têra vê nake. Jixwe vekiriye ku himendiyeke dagirker nikare dewlemendiya zimanekî weke zimanê Kurdî fêmbike û ne jî di wê asta têgihiştinê de ne. Ya ku divê ew bikin, bila biçin tedawiyeke nexweşiya ruhî bibînin, belkû ji wê feraset û hişmendiya dagirker rizgar bibin û wê demê çavên wan ji reş û spî wêdetir regên din jî bibîne. An na neteweyeke weke neteweya Kurd ne mehkûmî hişmediya yekî weke Bilent Arinc e. Ku ew biryarê bide bê ka zimanê Kurdî têra perwerdê dike an na. Divê di serî de ew fêrî exlaqê siyasetê bibin ku nikarin wisa erzan heqaretê li zimanê gelekî xwedî dîrokeke deh hezar sal bikin.
Dîsa em weke komîteya ziman û prewerdê ya KCK’ê, 8 ê Adarê roja berxwedana jinan, li tevahî jinên Kurd û jinên cîhanê, li dayîkên Kurd û jinên girtî pîroz dikin. Û bang li hemû jin û dayîkên Kurd dikin ku li qadên berxwedana neteweyî bi zimanê Kurdî biqîrin, tevahî dûrûşmeyên xwe bi Kurdî bibêjin û bi Kurdî binivîsînin. Her wiha qadên mitîngan bi reng û dengên Kurdî bixwmilînin.”
ANF/BEHDÎNAN