Di berdewamiya daxuyaniya Komîteyê de hat gotin ku bi van êrîşan baweriyên cuda yên gelê Kurd tên hedefgirtin û wiha hat gotin: “Li Sûriye, Rojava, û Başûr her roj, komên ku ji xwe re ol kirine rûpuş, bi awayekî hovane êrîşê gel dikin. Tirkiye piştgiriyê dide van êrîşên hovane yên li ser gelê Kurd û heta di nava organîzasyonê de jî cih digire. Ji ber ku aktorên herêmî û global jî bedel çi dibe bila bibe, modela Neteweya Demokratîk hedef digirin. Ev hêz ji bo bigihîjin armancên xwe, di bi navê îslamiyetê de êrîşê gelê me yê Êzîdî, elewî û xiristiyan dikin. Bi vî awayî jî hawira jiyanek bi hev re, tune dikin. Polîtîkayên di asta îstîsmara ola Îslamê de tên meşandin, gelê ji baweriyên cuda yên Êzîdî, elewî, xirîstiyan, kakaî, yarsan û zerduşt di bin tehdîdê de dihêlin.” KCK’ê banga piştevaniya berxwedana Rojava û bihêzkirina yekitiyê li Kurdan kir.
ANF/BEHDÎNAN