Komîteya Gel û Baweriyan a KCK’ê ji ber wefata Mîr Tehsîn Beg peyameke sersaxiyê weşand.

Komîteyê di peyama xwe de di serî de ji malbata Mîr Tehsîn Beg re, ji tevahiya civaka Êzîdî re sersaxî xwest û got, “Me bi xemgînî bihîst ku nûnerê dawî yê saziya Mîrtiyê yê baweriya civaka me, Mîr Tehsîn Beg çûye ber dilovaniya xwedê. Wefata Mîr Tehsîn Beg gelê me hemû xistiye nav xemgîniyê. Yekane daxwaza Mîr Tehsîn Beg ew bû ku civaka me ya Êzîdî di nava yekîtî û hevpariyê de bijî. Civaka me ya Êzîdî tenê bi yekîtiyê dikare pirsgirêkên xwe yên navxweyî çareser bike û pêşî li ferman û êrişan bigire. Mîr Tehsîn Beg jî bi vê bawerî û zanebûnê nêz bû û girîngî da yekîtî û bihevrebûna Êzîdiyan. Lewre divê nûnerên civaka me ya Êzîdî yên bawerî û siyasî jî bi vê bibîranîna Mîr Tehsîn Beg ve girêdayî bimînin û di vê rêyê de ji bo yekîtî û tifaqa civaka Êzîdî xizmetê bikin ku layiqî bibîranîna wî bin.”

Ji bo Şengala xweser û demokratîk

Komîteya Gel û Baweriyan a KCK’ê di dawî de got, “Ji bo pêkanîna daxwaz û armanca Mîr Tehsîn Beg, tifaq û yekîtî barê stûyê her ferdekî Êzîdî ye ku Şengala xweser û demokratîk biparêze û bigihîne encamê. Em bi vê wesîleyê careke din vê binbarî û berpirsyariya Êzîdiyan bi bîr tînin. Li ser navê KCK’ê em careke din xemgîniya civaka Êzîdî ya ji bo Mîr Tehsîn Beg parve dikin. Ji tevahiya civaka Êzîdî û nûnerên wan ên baweriyê re re sersaxî û sebrê dixwazin.”

 

NAVENDA NÛÇEYAN