Di rûniştina sêyemîn a forumê de beşdar li ser “Çavkaniya aboriya DAÎŞ’ê, destekdayîna herêmê ya yekser û ne yekser ji bo DAÎŞ’ê, bandora siyaseta aborî ya DAÎŞ’ê û kiryarên wê yên talankirin, dizî, û firotina mirovan û şûnwaran” peyivî. Her wiha aboriya civakî wekî modêla çareserkirinê hat guftûgokirin.

Forûma Navneteweyî ya li dijî DAÎŞ’ê li navçeya Amûdê ya Qamişloyê ji aliyê Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk (NRLS) ve hate lidarxistin. Forûmê roja Şemiyê destpêkir û doh bi dawî bû. Bi sedan kesên navdar û biyanî ji bo  dadgehkirin û kiryarên DAIŞ’ê nîqaş bikin, di formê de amade bûn. Ewlehiya Hola Beylesan ji aliyê Hêzên Asayîşa Taybet, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Hêzên Hawarî ve hat girtin. Yekîneyên Heyva Sor a Kurd jî ji bo rewşên awarte yên tenduristî di holê de amade bûn.

Di rûniştina sisyan a formê de li ser komkujî, kiryar û binpêkirin terora DAIŞ’ê yên der heqê jinan de binpekirinên DAIŞ’ê, li gorî qanûn û peymanên navneteweyî endam û malbatên DAIŞ’ê wê çawa bên darizandin û her wiha zelalkirina dem û darizandina wan, di nav nîqaşan de cih girtin. Nirxandinên sê rojan yê formê bi encamnameyekê ji raya giştî re hat ragihandin.

Teror meşandin û komkujî pêk anîn

Mamosteyê Aborî Ehmed Yûsif li ser çavkaniya aboriya DAÎŞ’ê peyivî û got:”Rêxistina El-Qaîde, Boko Heram, Cebhet El-Nusra û DAÎŞ’ê” mehane 801 milyar dolar digrin. Ev rêxistinên teror ji sala 2006‘an ve bi dizî û talankirina xelkê herêmê terorê dimeşînin û komkujiyan pêk tînin.”

Lêçûna herêmê piştî DAÎŞ’ê bilind bû

Dr. Haşim Zîbarî jî behsa lêçûna di encama terorê de derketiye û sedemên aborî yên bi derketina DAÎŞ`ê kir û got: “Deshilatdarî di belavkirina îstismarên aborî de têk çû, aborî di aliyê wê ya rast de bi kar neanî, her wiha dewletên kapîtalîzmê hewl didin tevahiya jêderên xwezayî kontrol bikin û sûkên pereyan bi kar bînin, ev hemû bû sedema derketina DAÎŞ`ê. Lêçûna ji ber wêranbûna binesaziyê û têkoşîna li dijî terorê bi rêya zêdekirina hêzên ewlehiyê wê pir mezin be. Ji aliyekî din ve kargehan gelek zirar dîtine ew jî zirarê dighîne aboriya taybet û giştî, her wiha, lêçûna kontrolkirina ewlehiya herêmê piştî DAÎŞ’ê  bilind be.”

Civak veguherî civakek bêkar

Girêdayî sedemên pêşketina îslama radîkal jî lêkolînerê aborî Ehmed Pelda peyivî û got; “Civaka Îslamî berê debara xwe bi jêderên xwezayî; çandinî û sewalkarî di nav gund û gundewarên cîhanê de peyda dikir. Lê paşê derbasî pêvajoya bajarvaniyê bû. Bi vê yekê veguherî civakek bêkar, ji ber ku êdî nikare di çandiniyê de kar bike yan jî sewalan xwedî bike. Ji ber wê li ber du berbijêrk ma; kesê ku li vehesiya xwe digire û kesê ku hewl dide bi tevahiya rêbazan qezenc bike. Ev sedema sereke û mezin a ku hişt civaka Îslamî ber bi Îslama radîkal ve biçe. Çareseriya tekane, ew e ku em bi tevahiya aliyan diyalogê pêş bixin.”

6 hezar û 417 kes rizgar kirin

Mijareke din ya sereke jî kiryarên DAÎŞ‘ê yên li dijî jinan û berxwedana jina azad a li dijî DAÎŞ’ê” bû. Koordînatora Giştî ya Meclisa Jinan a Sûriyê Lîna Berekat û endamên navenda Jinelojî Bêrîvan Mihemed Yûnis û Zozan Sîma li ser mijarê peyivîn. Bêrîvan Yûnis got; ”DAÎŞ dijminê nirxên mirovî û civakî ye. DAÎŞ dizane ku cewherê van nirxan jin e, lewre bi awayekî pîlankirî xwestin kesayeta jinê tine bikin. DAÎŞ baş dizane ku kolekirina civakê bi kolekirina jinan dibe, lema bi navê dîn êrişî jinan kir. Hejmara jin û zarokên Êzîdî yên ji destê DAÎŞ‘ê hatine rizgarkirin 6 hezar û 417 kes in. Hîna aqûbeta zêdeyî 2 hezar û 975 Êzîdiyan ne diyar e.

Jin li her qadê têkoşiyan

Endama Navenda Jinelojî Zozan Sîman jî behsa têkoşîna jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û got; ”Ji destpêka şoreşê ve jinan di bin banê Rêveberiya Xweser de ji bo nasnameya xwe ya xweser û azadiya xwe têkoşiyan. Jinan di nava hêzên leşkerî, siyasî û civakî de li dijî tevgerên terorîst ên cîhanê sekneke bê hempa raber kirin û ji bo jinên cîhanê bûn mînak.”

 

ANF /AMÛDÊ

 
 

Gerek yek santîm jî nêzî wir nebe

   

Yek ji beşdarên foruma li Amûdê berpirsê berê yê Pêntagonê û pisporê Rojhilata Navîn Dr. Michael Rubin bû. Rubin destnîşan kir ku dewleta herî zêde alikariya DAIŞ’ê kiriye dewleta Tirk e û got: “DAIŞ’ê bi alikariya Tirkiyê xwe bi rêxistin kir. Bê alîkariya dewleta Tirk DAIŞ’ê nikarîbû xwe di nav Sûriyê û Iraqê de bi rêxistin kiriba. Bi hezaran şervanên biyanî beşdarî DAIŞ’ê bûn. Ev kes ji sedî nod bi riya Tirkiyê hatin herêmê. Dewleta Tirk di vî warî de sûcên gelek mezin kiriye. Herêmên ku ji aliyê Rêveberiya Xweser ve tên rêvebirin di nava ewlehiyê de ne. Tirkiye aramiya herêmê xera dike. Cihên wekî Efrîn dagir kiriye lê terora xwe dimeşîne. Niha li Efrînê mirov bi ti awayî di rewşeke ewle de nînin. Divê Tirkiye yek santîm nêzî axa Bakur û Rojhilatê Suriyeyê nebe.”