Di encama şaşî û îhmalên mezin ên polîs û dozgeriya Elman de ciwanê Efrînê Amed Ahmed, di encama şewatekê de li hepsa Kleve Îloan bihurî jiyana xwe ji dest da. Şemiya bihurî li bajarê Elmanyayê Bonnê bi merasîmekê hat veşartin. Darbesta Amed Ahmed bi rengên kesk, sor û zer hat pêçan. Di dema merasîmê de bavê wî Zahir Ahmed bi cila spî ya li xwe kirî pirsa "Kî ye kujerê kurê min" kir. Nûnerên KCDK-E´yê, wezîrê karê hundir ê eyaleta NRW´yê Herbert Reul û Kurdistanî beşdarî merasîmê bûn.
Zextê li dewleta Tirk bikin
Bav Zahir Ahmed got, ji ber îhmalê kurê wî jiyana xwe ji dest daye, polîsê Elman jî dereng xeber daye wan û bi vî rengî xwestiye ser bûyerê bigire: "Di destê me de agahiyek nîne, ka çawa miriye. Heta, tê gotin, dema şewatê dest pê kiriye jî wê pê li pişkoka alarmê kiriye. Piştî bi 25 deqîqeyan ji bo ku dest werdin şewatê çûne cihê bûyerê."
Bavê Amedî xemgîniya xwe ji ber ku nikare cenazeyê kurê xwe bibe Efrîna dewleta Tirk ew dagirkirî îfade kir û got: "Min nekarî cenazeyê kurê xwe bibim erdên ku lê ji dayik bûye. Ji bo vê jî, divê dewleta Elman navbeykariyê bike da ku em karibin vegerin welatê xwe. Divê zextê li dewleta Tirk û faşîzma wê bike."
Pêşhukmên li dijî Kurdan
Di axaftina li ser navê KCDK-E´yê de hat bibîrxistin ku Amed Ahmed li Sûrî 3 salan di hepsa rejîmê de maye, êşkence lê hatiye kirin û ji ber zilma çeteyên dewleta Tirk û DAIŞ´ê neçar maye welatê xwe bi cih bihêle. KCDK-E´yê got, pêşhukmên li dijî biyaniyan û Kurdan ên li nava polîs canê Amed stendine û îşaret bi aliyên skandala bûyerê kir. Tevî ku li nexweşxaneya Bochumê 29´ê Îlonê mir jî bavê wî yê li Elmanyayê nehatiye agahdarkirin û ev pirs kir: "Bi agahdarnekirina bavê wî, polîs xwest çi veşêre? Gelo dixwest skandalê veşêre?" KCDK-E´yê bi bîr xist ku ji ber dagirkeriya delweta Tirk ew nikarin cenazeyê Amed bişînin welatê wî Efrînê û ev bang li rayedarên Elman jî kir: "Ji bo dawiyê li dagirkeriya dewleta Tirk a mêhtinger bînin, divê Efrîn weke herêma li firrînê qedexe bê ragihandin û ji bo ku ev mexdûrbûna mezin a bi dawî bibe (Elmanya) bi rola xwe rabe."
Berpirsyaran dadgeh bikin
Di dewamê de KCDK-E´yê ji bo bûyerên bi vî rengî careke din rû nedin, xwest berpirsiyar bi awayekî adil û şefaf bên dadgehkirin, û xwest komîsyoneke parlamenterî bê avakirin: "Ji bo ku li hepsên Elmanyayê rewşên weke vê nedin der, bên kontrolkirin, li eyaletan bi beşdariya hemû partiyan û Rêxistinên Civaka Sivîl komîsyon bila bên avakirin û divê ev komîsyon pirsgirêkan taqîb û teftîş bike."
BONN