Xwerû ji kujeriya ermenî û suryaniyan vir ve di cihanê de hima bigire, dayîkên tu gel û neteweyî bi qasê dayîkên kurdan êşa cigerê nekişandiye, ew birîna bê derman di rehê giyana xwe de hîsnekiriye, li gel dayîkan tu gelê vê cihanê vê birînê bi qasê gelê kurd nenasiye. Ji wê yên herî zêde vê êş û kezebsotinê di giyana xwe de hîs dikin jî, dîsa kurd in.
Ev dayîkên kurd di bin pêlavên kurê te yê leşker û panzerên wî de hatine henciqandin, qundax û guleyên kurê te di giyana xwe de hîskiriye, lê dîsa jî dijminahiya te û zarokên te di giyana xwe de nedaye rûnişkandin. Bi hestên gelek sade û paqij destê xwe yê aşitiyê dirêjê te kiriye, bi vê helwestê mirovahiyê tîne bîra te, vê bibîne!
Divê dayîka tirk wê xewa serkarên bêbext reşandiye ser wan, ji ser xwe bavêje û piçek jî be, li rastiyan binêre. Bila vê pirsê derxe pêş: „Çi karê kurê min li ser xaka Kurdistanê hebû? Wî li wê derê di destan de çek çi dikir? Ma tu nizanî ku kî kurê te şandiye wê derê? Yên ew şandine, ji bo çi ew şandine? Ji bo pîknîkê? Bê guman tenê ji bo ku ew kur û keçên kurdan bikuje, cîh û warê jiyana kurdan biruxîne, hate şandin? Kurd jî ji bo ku bikanin li jiyanê bimînin, ketin nava tekoşîna “Nefsî Mudafayê.” Carê bifikire, ku dewletekê, yan jî serkariyekê wiha li te were xezeba zebeniyan, tu yê çi bikî? Ma tu yê xwe neparêz î ? Kurdan jî ev kirine.
Ma ta niha kurê wezîr û serokwezîrekî/ê, yê general û serokpartiyekî çûye qada şar? Ma ji bo numûne be jî, tenê yek kurekî van derdorên ku mejiyên we dayîkên tirk bi çîrokên qehremanî û nijadperestiyê, bi halan û gijkirinên xapandinê pompe dikin, we ji rastiyan diqetînin, çûye qada şer, yan jî li qada şer hatiye kuştin?
Carê li cihanê binêre, ka dayîkên gelên din çi kirine. Wek mînak dayîkên rûsan hetanê navenda Çeçenîstanê meşiyan, ketin kolan û sîperan, bi destan ketin pêsîra rayedaran, Ji wan re gotin: “Kurê min neşînin qada şer!” Ma tu ji bo carekî jî be, li dij serkarên ku di rastiyê de kujêrên kurê te ne, derketî? Tu ketî nav hewldaneke hesabxwastinê? Kujêrên kurê te li Enqerê li wezaret û li odeyên kozmîk rûdinin. Gerîlayên kurdan tenê xebitîn ku dayîkên xwe, zarokên welatê xwe, xwezaya xwe biparêzin. Êdî bese vê rastiyê bibîne.
Şemiyekê rabe biçe Dayîkên Şemiyê ziyaret bike, hinek êşa cîgerê ji wan bipirse! Ew gorên zarokên xwe jî nizanin. Nêzîka bîsthezar wendahî hene, çil hezar kurd hatine kuştin. Nebe ku kurê te jî tevê vê karê kirêt kiribin? Ma yê te ciger e, yê van dayîkan ji polayê ye, ma yê te xwîn, yên van dayîkan av e?
Ka carê jî bi berçavkên mirovahiyê li rastiyan binêre! Kurd ev çendî û çend car e, ji bo ku bikanin vê xwîne bidin rawestandin, agirbest îlankirine, di van agirbestan de bi hezaran kur û keçên xwe wendakirine. Tu jî wekî dayîkên kurdan hinek bi mirovî binêre û bibêje; “Cigera min hate sotin, bila cigera dayîkeke din neyê sotin!”
Ew Bahçelî, Kiliçdaroglî, ÎP, TKP û sangolên kuçeyan yên bi hestên te yên dayîktiyê dilîzin, ji mirovahiyê dûr ketine, ew li gel tirsa têkçûnê dixwazin ku hê dilê bi mîlyonan dayîkan bisojin. Divê dayîkên dilsotî guh nede wan têcirên xwînê, êdî rastiyê bibîne!. Ew dema xapandina di bin wê şiyaroka: Vatan, Mîlet, Sakarya” de derbaz bûye. Wan têcirên kurê te bi vê halan û xapandinê şandin şer û dane kuştinê binase, têkeve pêsîra wan!…
Bala xwe bidinê kurd bi hêviya rawestandina vê xwînê, rondik û êşa dilê dayîkan di rewşeke herî destdayî de destê xwe bi dileke mirovî, bi hêviya aşitî û çareseriyê dirêje te dike. Dibêje: “Werin em bi awayekî mirovî, pirsgirêkan di nava aşitiyê de çareser bikin, hêsrê dayîkan bidin rawestandin!” Divê berê her kesî tu vê rastiyê bibînî û li vê pêvajoyê xwedî derkevî! Tu jî dest dirêjê dayîkên kurd yên wê êşê çendî car jiyaye, bikî, bila ev aşitî; bibe aşitiya dayîkan. Bila neve eyba dîrokê!