Kesekî li eyaleta Texas a Dewletên yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) qederê nîv milyon mêşên hingiv di kewarên wan de şewitandin.
Polîs bi xwe li sûcdar digere, ku di nava erdên li başûrê bajarê Houstonê ev sûcê hanê kiriye.
Şerîfê navçeya Brazoria County li devera bi navê Alvîn dîtibû ku bi dehan kewar dişewitin. Li devera şewatê bi temamî 24 koloniyên mêşên hingiv hebûne.
Niha li aliyekî polîs bi 5 hezar dolar xelat û komeleya mêşvanan a deverê bi hezar dolar xelat li wî sûcdarî digerin.
Şewitandina mozan, cotkarên deverê jî acizkiriye, lewma ew mêşên hingiv bi kêr dihatin ku polenên frengî, zebeş û sebze û mîweyên din gelekî bi kêr dihatin.
HOUSTON