19ʼê Çile 2020ʼan şêxê Neqşbendî Şêx Ebdulkerîm Çevîk li medreseya xwe hat kuştin. Tê gotin, şêx ji ber qadîtî di navbera du kesan de kiriye û bi sedema hukmê şêx li hesabê aliyekî nehatiye û rabûye ew kuştiye. Lê di vî warî de agahiyên hev nagirin gelek in. Kesê gumanbar Yaqûb Şeflekçî kurê cîgirê şaredarê AKPî ye. Tevî ku kesê qala wî tê kirin, AKPʼî ye jî tê îddîakirin ku ew mubtelayê narkotîkê ye. Li Kurdistanê nehatiye dîtin muderisek di medreseyê de li mekanê ilmê were kuştin. Herweha ji ber xumama li ser bûyerê bivênevê şik û guman heye û dibe cihê pirsê; gelo Şêx ji aliyê dewletê ve hatiye kuştin ? Berê jî finasên bi vî rengî yên dewleta Tirk têne zanîn. Bûyera Şêx Seyda yê Cizîrê û bûyera Faîk Bucak ew bûyer in, yekser têne bîra mirov. Jixwe di bûyerên bi vî rengî de kesên gumanbar timî yan mubtelayê narkotîkê ne yan jî aqilê wan netemam e, û bi vî awayî jî wan ber didin. Jixwe yek ji AKPiyên berê û niha Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Paşerojê Vahdettin Ince jî gotiye, “Li cem me kes bi vî awayî êrişî alimekî nake. Gelo di vê de tiştek heye?” Li Tirkiyê li ser bûyerê guman û xumam hebe, ev îşaret bi dewletê dike.

 

NAVENDA NÛÇEYAN