Kebûdwend piştî 50 rojan, şeva 14’ê Tîrmehê, dest bi greva birçîbûna tund kiribû û pêştir jî di peyamekê de ragihandibû: “Eger dezgehên qezayî û rayedarên Hikumeta Îranê, daxwazên wî pêk neynin, ew ê heya 100 rojan çalakiya xwe ya greva birçîbûnê berdewam bike.''
Di çend rojên borî de bi dehan kesayetî, rojnamevan, çalakvanên siyasî û medenî û çendîn saziyên mafê mirovan, ji Kebûdwend xwestibûn ku dawîyê li çalakiya greva birçîbûnê bîne. Li gor malpera fermiya Rêxistina Mafê Mirovan a Kurdistanê (RMMK), di hevdîtina bi malbata xwe re, Kebûdwend spasiya hemû kesayetî, sazî û rêxistina kiriye ku bi her awayî piştgiriya wî û malbata wî kirine û ragihandiye ku dê roja sêşemê 24'ê Tîrmehê, piştî 60 rojan, çalakiya xwe bidawî dike. Hejayê bîr xistinê ye, ku roja 30’ê pûşperê, weke “Roja xwedîderketina li Kebûdwend’’ hatibû ragehandin û gelek çalakiyên protestoyî li seranserê Kurdistan û derveyî welat hatibûn lidarxistin. Piştî wê çalakiyê, gelek çalakvanên Kurd yên li Îranê, bûne hedefa hikûmetê û gelek ji wan hatine binçavkirin. Rojnamevan û çalakvanê mamfê Mirovan, Mihemed Sedîq Kebûdwend, bi mebesta destûra wergirtina hevdîtina bi kurê xwe yê nexweş re, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiribû. Mihemed Sedîq Kebûdwend, damezrênerê Rêxistina Mafê Mirovan a Kurdistanê (RMMK) ya li Rojhilatê Kurdistanê, di heman demê de sernivîskarê heftenameya Peyamê Merdom a Kurdistanê, ku ji bo sê salan hate qedexekirin bû
Kebûdwend, di gulana 2008’an de ji aliyê dadgehê ve hate vexwendin û ji ber avakirina Rêxistina Mafê Mirovan a Kurdistanê (RMMK), bi hinceta “li hemberî ewlehiya dewletê rabûye” hate suçdarkirin û herwiha ji ber ku têkiliyên wî bi rêxistinên navnetewî yên mafê mirovan re, 11 sal cezayê girtîgehê lê hate birîn.
DÊRSIM OREMAR / ANF/SORAN