Serokê Rêxistina Mafê Mirov yê Rojhilatê Kurdistanê Mihemed Sedîq Kebudwend ku ji ber sucê li hember asayişa netewî ya Îranê kar kiriye hatibû girtin, piştî 10 salan hat berdan. 

Îro Mihemed Sedîq Kebudwend piştî 10 salan ji girtîgeha Ewîn ya Îranê hat berdan û ji aliyê malbata xwe ve hat pêşwazî kirin.

Mihemed Sedîq Kebudwend di sala 2007’an de hat girtin. Dadegeha Şoreş ya Îranê Kebudwend bi sucê ‘li hember asayişa netewî kar kiriye’   bi 10 sal û ji ber sucê ‘li dijî Komara Îslamiya Îranê propaganda kiriye’ bi  salekê hatibû ceza kirin. Lê li gorî madeya 134 ya cezayê Îranê 10 sal ceza li Mihemed Sedîq Kebudwend hat birîn.

Li gorî cezayê ku hatî diyar kirin, pêwîst bû kebudwend  di Sêşema buhrî de bihata berdan. Rêveberiya girtîgeha Ewîn ragihand ku piştî temamkirina karûbarên yasayî yên girtîgehê û çavdêriyên li ser Kebudwend wê roja Înê were berdan. Hêjayi gotinêye piştî girtina Serokê Rêxistina Parastina Mafê Mirov ya Rojhilatê Kurdistanê Kebudwend,  komîteya lêkolînê ya Girtiyên ne Yasayî yên Neteweyên Yekbûyi gelek caran daxuyanî dan  û bang li Dadgerê Rejîma Îranê kir ku Kebudwend were berdan. 


 NAVENDA NÛÇEYAN