Lîstika bi navê “Keçelok” care yekem li Şanoya Bajar a Amedê derket ser dikê.
Şanoya Bajar a Amedê ku her meh bernameyan çêdike û bi lîstikên cur bi cur derdikeve ser dikê vê mehê jî ji bo zarokan lîstikek amade kir. Lîstika ji bo zarokan a bi navê “Keçelok”, bi derhêneriya Celîl Toksoz û tevî sê muzîsyen, lîstikvan Rêzan Kaya û Elvan Koçer derket pêşberî zarokan. Lîstika ku proveya wê nêzî mehekê dewam kir, li Şanoya Bajar a Amedê cara yekem derket pêşberî zarokan. Gelek zarok û malbatên wan hatin cihê şanoyê û li lîstikê temaşe kir. Zarokan gelekî hez ji lîstika “Keçelok” kir û bi kenê xwe reng dan hola şanoyê û lîstikê.
Hevaltî û dostaniya Keçelok
Mijara vê lîstikê li ser hevaltî û dostaniyê ye. Çîroka Keçelok ku hemû zarok baş pê dizanin, wiha ye; Keçelok bi dayika xwe re lêi gundekî dijî û ceribandina sêhrbaziyê dike, masiyan digire, xeyalan dike. Lê belê ew ji ber ku bi tenê ye, tim li benda hevalekî/ê ye û li bendê ye ku kesek bê, pê re hevaltiyê bike. Zarokekî bi navê Dotmîr ku ew jî ji gundekî din e, bi salan e ku nekeniye, û ken ji bîr kiriye. Kesên ku karibin Dotmîrê bikenînin, wê zêr û micewheran bi dest bixin. Dayika Keçelok jî Keçelok dişine ku biçe Dotmîrê bikenîne û dema Keçelok diçe di rê de hin bûyer tên serê wî. Li her deverê kes tên ji bo ku Dotmîrê bikenînin, lê belê Dotmîr nakene. Tişta ku Dotmîr dixwaze ne ew e. Di dawiyê de Keçelok û Dotmîr tên gel hev û hevaltiyê bi hev re dikin, her du jî gelekî kêfxweş dibin û Dotmîr jî di dawiyê de dikene.
JINNEWS / AMED