Filma Les Filles du Soleil (Keçên Rojê) ya li ser têkoşîna jinên Kurd li dijî DAIŞ´ê hatiye çêkirin, wê li 24’emîn Mihrîcana Filman a Cenevreyê ya Navneteweyî bê nîşandan.
Mihrîcan 2’ê Mijdarê dest pê bike û zêdeyî 150 film tên nîşandan. Mihrîcan wê heta 10’ê Mijdarê bidome.
Yek ji filmên li mîhrîcanê Les Filles du Soleil (Keçên Rojê) ye ku Eva Husson derhêneriya wê kiriye û qala têkoşîna jinên Kurd a li Şengal û Rojava li dijî DAIŞ’ê dike.
CENEVRE