
Çanda hunandin û nexşandina çente, parzûn, têr, hevsar û reşmal ên bi sedan salan in li herêma Botanê û Serhedê tê jiyandin li dijî teknolojiyê hebûna xwe didomînin. Bi sedan sal in ev çand bi destê jinê Kurd bi kedek mezin tê parastin. Parzûn û çenteyên bi taybet li herêma Botanê jin didin pişta xwe bi dek û hunerek mezin ji tayê reng bi reng tên nexşandin. Lidarxistina tevnan û nexşandin pir hindik maye û hêdî hedî çanda jina Kurd ber bi tinebûnê ve diçe. Tevinkirin zor û zehmet e lê xweşikbûna tevn jî kevneşopiya herî mezin ya di nav Kurdan de ye. Tevnê ku bi destê jinê yê narîn tê nexşandin hunandina sebrek mezin dixwaze.
Ji parzûnekê mehek
Dayîka 7 zarokan Leyla Ayaz (43) bi salane li bajarokê Gundikê Melê yê Şirnexê dijî û ji 15 saliya xwe heya niha tevnê li dar dixe. Parzûn û çenteyên herî xweşik bi destê wê tên çêkirin. Parzûn û çanteyên ku bi ked û hunerek mezin tên çêkirin hin caran di mehekê de tên amadekirin. Parzûn, çente, têr, hevsarên dewaran û reşmalêyên ku tên çêkirin bi buhaya 60-80-200 TL tên firotin û kiryarên wan yên taybet hene.
Kevneşopiya xwe didomîne
Ayaz, diyar kir ku ji bo ku çanda dayîk û pîrka wê winda nebe ew tevn dike û got: “Çanda Kurdan dewlemend e. Jinên berê her pêdiwiyên malên xwe bi destê xwe çêdikirin. Demên berê dema dayîkên me diçûn bêrîvaniyê perzûnên tevnê li dar dixistin û nexşê herî xweş lê dikirin. Jinan bîdonên şîrê xwe dixistinê û didan pişta xwe. Yan jî dema diçûn sûkê wek çente bikar dianîn. Piştî jinên berê ji ber pêşkeftina teknolojiyê êdî jinan dest ji tevnkirinê berdan. Taybet jinên li herêmên Botanê û Serhedê tevnê parzûn, têr, reşmal û çante dikirin. Ez jî ji bo ku çanda dayîk û pîrka xwe bidim jiyandin vî karî dikim.” Ayaz, da zanîn ku çêkirina parzûnan gelek zehmet e û wiha pê de çû: “Çêkirina parzûnekê gelek zehmet e. Ji ber zarok û karê malê ez di mehekê de parzûnekê çêdikim gelek wext û kedê dixwaze. Ger ez xwe bidim çêkirina parzûnekê an jî çanteyekî di 3 rojan de ez yekê diqedînim. Di vî gundî de tenê ez tevn dikim. Ev çanda jina Kurd e divê jinên me dîsa dest bi tevnkirinê bikin.”
Divê em bidomînin
Ayaz, bilêv kir ku eleqeya li hemberî keda destan kêm be jî hêj heye û got: “Keçikên ku dizewicin ji bo cihazê xwe parzûn û guran dixwazin. Ez jî hîm ji bo ku çanda jina Kurd winda nebe, him jî ji bo piştgiriya aboriya mala xwe li ser daran tevn dikim. Pereyê ku ez ji tevnkirinê kar dikim ji zarokên xwe re didim pêdiviyên dibistanê. Havînan ez tevnê xwe ber derê malê bi cih dike, zivistanê jî di malê de. Tevnkirin çanda jina Kurd e, divê em jinên vî demî çanda dayîk û pîrkên xwe bidin jiyandin û em bibim berdewamiya çanda wan.”
ŞIRNEX