Jinên serê sibê bi kamyon û traktoran tên zeviyan piştî êvarî vedigerin li malê jî karên malê dikin. Li Bîsmîlê jinên Kurd û Tirkmen heman qederê dijîn û bi hev re li zeviyên pembû dixebitin. Jinên keda hevpar didin heskirina wan bi hev balê dikêşe. Jinên Tirkmen ên di zeviyan de dixebitin stranên herêmên xwe dibêjin û jinên Kurd jî starnên Kurd dibêjin.
Li malê kar berdewam dike..
Jina bi navê Heval Avşar, diyar kir ku ew serê kîloya pembûyê kom dikin 300 quruş digirin û piştî êvarî ji zeviyan vedigerin li malê dixebitin. Avşar, anî ziman ku ji bo komkirina pembû nêzî 2 mehan li zeviyan dixebite. Jina bi navê Zeynep Çîçek jî diyar kir ku serê sibê li zeviyên pembû dest bi xebatê dike û ji ber 13 xwîşk û birane pirsgirêkên aborî dijîn û tenê 8 salan dikarî bixwîne û wiha got: “Piştî min dibistan xelas kir malbata min ez neşandim dibistanê. Rewşa aborî ya malbatê ne baş e. Yek jî alîgirên jin bixwînin nîn in.”
Jina bi navê Îlkay Altunozê a Tirkmen jî diyar kir ku ew weke Tirkek gelek hes ji Kurdan dike û ji ber ku bi jinên Kurd re dixebite gelek keyfxweş e û wiha got: “Em tu pirsgirêkan najîn. 5 salin ez bi jinên Kurd re pembû kom dikim û di xebitim. Piştî kar di qede jî hevalbendiya me berdewam dike. Em dem hem hev û dû ziyaret dikin. Em weke hev in û em ji hev hes dikin. Di navbera me de tu cudahî tuneye.” Jinên Kurd û Tirkmen bi hev re stranan dibêjin û pembû kom dikin.
Li zeviya pembû mamosteyek
Jina bi navê Gulay Yaşar a ku Beşa Pêşketina Zarokan qetand diyar kir ku ji ber ew nehate peywirdarkirin û ji bo tevkariyê bide aboriya malbatê li zeviya pembû dixebite. Yaşar, anî ziman ku bi dehan mamoste weke wê betal in û bê kar in û wiha got: “Ji bo ez xwedî pîşe bibim min şertên xwe dan zorê û min zanîngeh xwend. Lê hêj ez nehatim peywirdarkirin. Ji ber ku ez betal kim ez têm li zeviya pembû dixebitim. Dema ku ez li vir dixebitim jî ez li benda mizgîniyekê me.”
DÎHA/AMED