HPG'ê da xuyakirin, ku Osman Gok ê weke Dr. Hogir tê naskirin, zêdeyî 20 salan li çiyayên Kurdistanê xizmet kiriye û weha dewam kir:

"Hevalê Dr. Hogir ku êşên gelê Kurdistanê ji dil hîs kir, li dijî jiyana mêhtingerî ferz dikir, serî rakir û ji ber berpirsyariya xwe ya wijdanî û exlaqî ya welatparêziyê xwe li têkoşîna azadiyê girt."

Di daxuyaniyê de hat gotin, Dr. Hogir di têkoşîna xwe ya gerîla li çiyayên Amanosê destpê kiriye û ew weha hat pênasekirin "Duristî û fedekariya wî, bipêşdeçûna bi coş a di têkoşînê de hevalê Dr. Hogir kêlî bi kêlî nêzî heqîqetê kir. Serpêhatiya têkoşîna 21 salan a hevrê Hogir, bi veguheriye hêvî, xizmeta ji bo hevrêyan û çîroka keda pîroz. Di nava salên dûr û dirêj de li gelek qadên Bakurê Kurdistanê weke milîtanekî şoreşger û kedkarekî tenduristiyê, hezkirin, agahî û keda xwe pêşkêşî bi hezaran hevrêyên xwe kiriye. Adara sala 2016'an li Herêmên Parastinê yên Medyayê tevlî karwanê şehîdan bû."

Di daxuyaniyê de, li ser gerîlayên li Herêmên Parastinê yên Medyayê jiyana xwe ji dest dayî, hat gotin:

"Hevalên Ciwan û Tamara yên ji Rojhilatê Kurdistanê û hevalê Zagros ê ji Bakurê Kurdistanê tevlî nava têkoşîna me bûn, di demên cuda de şehîd bûn û tevlî nav karwanê şehîdên azadiyê bûn.

Her sê hevrêyên me yên tevlî karwanê şehîdan bûn, bi dildariya mezin a hesreta azadiyê û bi eşqa azadiyê, di jiyana xwe ya têkoşîna bi fedekariyên mezin de, xwe bi ramanên Apoyî xwe bi pêş xistin û bûn milîtanên jiyana xwe diyarî gelê Kurdistanê kirin."

Nasnameyên gerîlayên li Herêmên Parastinê yên Medyayê jiyana xwe ji dest dayî jî weha hat parvekirin:

Dr. Hogir / Osman Gok, li Mêrdînê ji dayikbûye, Adara 2016 jiyana xwe ji dest da;

Ciwan Qasimlo / Behment Mahmûdî li Kotolê ji dayikbûye, Sibata 2016 jiyana xwe ji dest da;
Tamara Ronahî / Fatma Erzanî, li Makûyê ji dayikbûye, sala 2008´an jiyana xwe ji dest da
Zagros Bêrîtan / Enver Kaplan, li Bedlîsê ji dayikbûye, Mijdara 2008´an jiyana xwe ji dest da.