Kedkarên Kobanê, ji bo destekê bidin şervanên Odeya Çalakiyê ya Pêngava Xezeba Firatê li pişt eniya şer bêrawestan dixebitin.

Kedkar ji danê sibehê heta êvarê, ji bo zarok, xwişk û bira û şervanên azadiyê yên berê xwe dane Reqayê, xwarinê çêdikin.

Bi giranî, welatiyên Kobanê yên navsere vê piştgiriya lojîstîkê dikin û ciwan jî destkê didin wan. Di vî karî de rûyê her kesî li ken e. Xwarina ku ji aliyê bav, xwişk û birayan ve tê amadekirin, di demeke kurt de digihîje şervanên Odeya Çalakiyê yên li eniya şer.

Em ji wan dipirsin, ka çima li vir in, ew jî wiha li me vedigerînin: “Hêza me nîne ku em li eniya pêş şer bikin. Qet nebe em dixwazin di warê manewî de piştgiriyê bidin şervanên û zarokên xwe yên rûmeta gelê me diparêzin.

Heta ku keç û kurên me li eniya şer bin, em ê jî her tim bi wan re bin. Şervanên me bê tirs li dijî çeteyan şer dikin. Em ê jî bi hemû hêza xwe her tim bi wan re bin.”


MAHÎR YILMAZKAYA / REQA