Qaz-kirin û dirûtina kefenê reş di nava hunerê terziyan de nayê hejmartin. Di nava gelê Kurd de, pîşeyê kefenkirin, kolana goran û pîşeyê tabutan nine. Wek karekî kolektîfî digirine dest. Kes naxwaze bi kefanan, bi tabutan û kolana goran debora xwe bike. Ev xisleteke taybet ya gelê Kurd e.
Di darb-i mesela qedîm ya Kurdan de jî heye: Dema terzî, xerat û zaniest, di riyeke dûr û dirêj de biryara zindîkirina canekî didin, axaftinên nava wan hemen tiştî tine ziman. Xerat wê mirovekî debikî çêbike, terzî wê cil û beragn jê de bidiruwe û zanies jî wê bican bike. Lê, mirovê zaniest j yê xerat jî, ji terzî dixwazin ku cil û bergên reş nediruwê û li mirovê tepîkî neke.
Mirovê zanist dibêje; “reş, êş e û mîrateya xwînê ye. Vê destîniyê neke para mirovê ku em biafirînin.” Xerat jî dibêje; “mirovê delal, bila hunerê te bi ramûsanên dil û çavan dagirtî be.” Her du gotin hevûdin temam dikin û têne wateya dahatuyek xweş û jiyaneke bi rûmet e.
Xerat bêdiliya wan nake, cil û bergên bi heft rengan xemilandî çêdike û li mirovê dabikî dike. Piştî ku mirovê depikî bi can dibe, her dem devliken e. Ev çîroka qedîm, ji bo wateya “kefenê reş” tê gotin. Ji ber ku mirov canlidarê herî bi nirx û xwedî pîroziyên jiyanê ye. Her cure nirx û pîrozî jî li gorî jiyanê, li gorî civak û mirovan hatine dizayn kirin. Çi olî, çi civakî…
Li gorî toreya qedîm, mirovên kuştî bi cil û bercgên xwîn têne veşartin. Lê wateya kefenê reş, tiştekî din e. Ev şîna li her du cîhanan e.
Qirkirina salên 1914, 15, 16, 17 û hwd. mînaka vê ye.
Jina Ermenî Varter Tumancanyan, belaş qewêtiya xwe ne kir û ne gotiye: “Dema ez mirim min bi kefenê reş veşêrin û gora min jî kêl nekin, bila winda be.”
Varter Tumancanyan bi kujerê dayik û bavê xwe re, bi kujerê xizmên xwe re zevicî ye. Ev jî tê wateya ku jiyan tê kefenkirin. Keça wê mikur tê, dibêje; “Dayika min di jiyana xwe de bi dengekî bilind ne keniya”. Di jiyana kefenkirî de ken, karê herî zor e. Dilê birîndar bi êş û azar e, nikare bi coş e, nikare bi fûre. Dema fûrî kela girî û hawarê dikarê derbikeve.
Vater Tumancanyan, di tevahiya temenê xwe de, hemberî ku 11 zarok anîne cîhanê jî, bi dilê-kefenkirî dijî. Ne hêsa ye, bi dilê kefenkirî jiyan, ne hêsa ye. Berxwedaneke xwedawendî dive.
Di toreya Tirkan de, bermayiyên kuştiyan “sêva sor e” yanî xenîmet e. Lewma kuştinê, wek cengaweriyê dibînin. Îro jî heman hest û ramanê nîşan didin û bi siyaseta inkar û tunekirinê, bi xwedî kirina çete û kontra heman karî dikin. Di gotinên Varter Tumancanyan e, tarejediya qirkirina Ermeniyan heye. Lê di wan salan de ne tenê Ermenî hatin qirkirin. Gelê Suryanî-Keldanî, Asurî û Kurdên Êzdî, Kurdên misilman jî hatin qirkirin.
Alayên Hamidiyan Kurd in û di qirkirina Ermeniyan de cih girtin. Alayên Hemîdiyan, di salaên 1924, 25'an de weke çeteyên dewletê derketin holê. Îro jî wek qorucu Kurdan dikujin. Ev hêzên ku jiyana gelê Kurd bi kefenê reş dipêçin, doh çi dikirin, îro jî heman karê bemires û kirêt dikin.
Balkêş e ku dema dinya dibe dinya û bêhna jiyanê fereh dibe, ev hêz weke bukelemun reng diguherin û mina tiştek nekirine dinava civakê de cihê xwe digirin. Gelo vê carê jî wê wilo bibe? Qorucuyên ku tiştekî bi namus nekirine û her cure bêxîretî û bênemûsî kirine, dive ku li hemberî gelê Kurd hesab bidin. Kes nikare ji kiryarên gunehkariyê bireve. Toqê lanetê di stuwê wan de ye. Qirkirina Ermenî, Suryanî û Kurdên Êzdî ne demek dirêj e, hîna brînên wê demê taze ne û xwine dimîzin.
Di her gelî û mesîlan de, qîrêna jinan û zarokan olan vedida. Di her riya ku ber bi Rojavayê Kurdistanê, Binyaxetê dirêj dibê de şikêrên kuştiyan hene. Şikeftên di van gelî û mesîlan de bi hestiyên jin, zarok û mêran dagirtî ne. Gelek çarriyan, gelek gelî û newel, mesîl û şikeft bi nave wan kuştiyan têne binavkirin. Varter Tumancanyan, tiştekî din mikur te, dibêje; “ne koçberî û ne tehcîr, Ava Hîzolê” yanî kesên ku bi ser riyan xistin teva kuştin û avêtin ava Hizolê. Ji Serhedê heta bi xeta navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê, ku navê xwe ji xeta trênê distîne, rêze şikêra kuştiyên gelê Ermenî, Kurd dagirtî ye.
Bel Kurd!.. Gelek Kurd jî bi Ermeniyan re reviyan û ber bi Binyaxetê baz dan. Li dora gundên Midyadê gelek gorên wan hene. Gorên Ermeniyan û Kurdan di kêleka hev de hatine çêkirin. Yanî kesên weke Ayşikê û kesên weke Varter di kêleka hev de hatine veşartin.
Dema ku ez behsa kuştina Kurdan jî dikim; armanca min ne helal kirina kujerên Kurd e. Naaa!... Caşikên wê demê, di kuştina Ermenî û Suryaniyan de cih girtin, Kurd jî kuştin. Tenê dixwazim rastiyê bêjim, lê naxwazim ku gunehkariya ceşikên Kurd berteref bikim. Keça Varter Tumancanyan tiştekî din mikur tê, dibêje: Dema ku min HADEP nas kir û têkilî danîn, min dayika xwe, rastiya wê û qirkirina Ermeniyan nas kir.” Ev mikur hatinek dîrokî ye. Ev nîşaniya ku Tirkên Îttîhadî çawa diyalektîka civaka Kurd, ya Ermenî, ya tevahiya gelên li Tirkiyê xerab kirina destnîşan dike. Lê Têkoşîna Gelê Kurd ya 40 salan, diyalektîka gelê Kurd û tevahiya gelên li Tirkiyê ji nû de rêkûpêk kiriye. Êdî zihniyeta Îttîhadiyan nikare kefenê reş li jiyana gelan bike.
Kefenê reş
Ev navê qirkirinê ye. Şîna li hemberî mirovahî û serîhildana li hemberî Xweda ye. Kefenê reş, mixabin bi navê Tirkîtiyê re tê dikirandin û wek toqê lanetê ketiye stuwê mîratzadeyên Îttîhadiyan. Mîratzadeyên Îttîhadiyan vê rewşê layiqî xwe dibînin, bi vê damxeya gunehkariyê serbilindiya xwe jî tînine ziman.