Saziya Zimanê Kurdî bi hevkariya Konfedresyona Xwendekarên Kurd ên Welatparêz beriya niha dewreyên perwerdeya zimanê Kurdî û tenduristiyê ku dabûn destpêkirin, bidawî kirin û şagirtan bi awayekî serfetî ezmûn derbas kirin.

Bi beşdarbûna malbatên şagirtan û sedan welatiyan li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido 144 bawername li hemû şagirt û xwendekaran hatin belavkirin.
Di nava bawernayan de 35 bawernameyên asta yekemîn û 9'ê asta duyemîn li xwendekarên zimanê Kurdî ku dewreyên 2 mehan bidawî kiribûn ji aliyê Endamên SZK'ê Ferhad Elî, Dîlber Ehmed, Gulîstan Hesen, Ismet Ehmed û Mustefa Nesan hatin belavkirin.
Her wiha 30 bawernameyên asta yekemîn û 20'ên asta duyemîn ên zimanê Kurdî û 50  bawernameyên Tenduristiyê li şagirt û xwendekaran hatin belav kirin. Bawername ji aliyê Rêveberên Konfedresyonê Seyfedîn Ehmed, Cuman Hebeş, Şevîn Ehmed, Şêrîn Ebdî û Dijle Mûsa hatin dayîn. 

KOBANÊ