Cenga Mezin di roja 62’an de bi hemû giraniya xwe didome. Şervanên QSD’ê heta niha taxên Meşleb, Sînaa, Bîtani, Sebehiye, Qadesiyê, Romanî, Yermuk, Hattîn û El Cezra ji DAIŞ‘ê rizgar kirin. Herî dawî taxa El-Kerim jî rizgar kirin. Şervanên ku ji milê başûr, bakur, rojava û rojhilat ve bi pêş ve diçin, li Eniya Rojhilat armanc dikin ku taxa Reqa ya berê jî ji destê DAIŞ’ê rizgar bikin. Şervanên QSD’’ê keleha Harûn Reşîd (Qasr El Banat) jî ji destê DAIŞ‘ê rizgar kirin ku bi vê yekê keleha dawî ya DAIŞ’ê jî şikest.
Şervanên ku di milê rojhilat de li ser 2 xetan operasyonê dimeşînin bi pêş ve diçin keleha ku 7 metre bilind û 11 kilometroyan dirêj e, bi tevahî rizgar kirin. Gelek teqemeniyên DAIŞ‘e yên li dora kelehê jî hatin îmhakirin. 
Şervanên QSD’ê piştî keleh rizgar kir, li derdora kelehê nokteyên kontrole ava kirin. Komên DAIŞ’ê jî dîsa êrîşen xwe yên bi kamyonên bombebarkirî didomîne. Şervanên QSD’ê jî li dijî êrîşan tedbîrên xwe xurt dikin. 




34 çete kuştin

Ji sengerên şer hat ragihandin ku li 7 taxên bajêr şer giran e û di nava 24 saetên dawî de 34 çete hatin kuştin. Şervanan pêr bi şev taxa El Kerîmê bi temamî ji çeteyan paqij kir. Li vê taxê 14 çete hatin kuştin û termê gelekan ji wan li naverastê man. Her wiha di encama operasyona paqijkirina taxê de gelek cebilxaneyên çeteyan ketin destê şervanan. 

Li taxên Berîd û Nehda yên li aliyê bakur rojavayê bajêr jî şer giran e. Di vî şerî de 8 çete hatin kuştin, ku 2 ji wan sekvan in. Li taxa Rewda ya li bakurrojhilatê Reqayê, êrîşa çeteyan ji aliyê şervanên QSD`ê ve hate şikandin. Di şer de 5 çete hatin kuştin.

Li taxa Reqa Berê jî, li dora Mizgefta El-Etîq şer rû da. Li vir 4 çete hatin kuştin. Li navenda  taxa Nezlit Şihadê ya li başûrê Reqayê, 3 çeteyên DAIŞ`ê ji aliyê sekvanên QSD’ê ve hatin kuştin.


Sivîl birin cihên ewle

Doh berê sibehê jî, şervanan li taxa Diriyê hejmarek sivîl ku di nav wan de birîndar jî hebûn, rizgar kirin. Şervanan birîndarên sivîl rakirin nuqteyên tenduristiyê. 


NAVENDA NÛÇEYAN