Keleha Erziromê ya li navçeya Yakutiye ya Erziromê ya li navenda bajar cih digire bûye meskenê kesên tiryakê û alkolê bikartînin. Keleha tê texmînkirin ji aliyê Bîzansan ve di sedsala 5’emîn de hatiye çêkirin heya niha qet nehatiye restorekirin û perçeyê wê yê mayî birçên wê jî li ber tunebûyê ye. Pişta kelehê ji aliyê kesên hînbûyiyên madeyan ve hatiye dagirkirin û aliyê pêşiyê jî xirabeye û bi malên neyên bikaranîn ve hatiye dagirtin. Dîwarên kelehê yên derve hemû bi nivîsên nijadperest û dujînan hatiye dagirtin û di seatên êvarê de ji ber kesên madeyên tiryakê bikartînin û serxweşan tu kes nikare di wir re derbas bike. Ligel welatiyan gelek caran ev yek ji rayedaran ragihand ne polîsan û ne jî saziyên din tu tişte nekirin û xemsariya rayedaran berdewam dike.
DÎHA/ERZIROM