Ji ber ku em li welêt najîn, bi destxistina hinek belgeyan pir zor e. Xebatên li ser înternetê di van salên dawiyê de bi destên navçebeg (kaymakam) û walî û destdirêjên wan tev de hatine lewitandin. Her tişt birine ya bi doxîna Xalit bîn Welîdê ereb ve, yan jî bi kêlikê Alpertûnga ve girêdane. Mînak li ser navê "Gêxiyê /Kêxiyê" tehrîfateke wisa çêkirin e: "Key" di Tirkiya kevn de tê wateya Prens, yanê prensek Tirk. De were kuç û singan bikarneyne. Her kes dizane ku peyva "key" di dema Medan de hatiye bikaranîn û tê wateya şah, padîşah. Heta navê Kavî Vîştaspa yê di Avastayê de derbas dibe, yê rast "Keyaxser /Keyakisar /Keyaxares (Herodot) û peyva "Keyser" /Qeyser" jî bi wê re têkildar e.  Lê disa jî rastiyan belovajî dikin. Em niha jî li ser navê Gêxiyê rawestin. Di daneyên heyî de di dema xanedana Roma Kiga de ev der bi destê kurê Kîga Talon ve tê dagirkirin. Beşek kesên li ser vê mijarê xebitîne. Dibêjin navê "Kiga" ye buya Kîxî, beşek jî dibêjin Talon navê keça xwe li vir kiriye. Di diroka Erzincanê de ji vê herêmê re "Çiyayên Kixiyê" tê gotin. Di nava gel de jî çîroka keça keşeyê Ermenî "Gêxikê" tê vegotin. Yanê ev navê "Kiga/ Kixî, Gêxî" hê bi awayeke zanistî nehatiye zelalkirin. Keleha Gêxiyê li başûrrojavayê bajarê Gêxiyê ye. Keleh li ser zinarê ji newala geliyê Kelxasê, yan jî ji çemê Pêrê yê di geliyê Kelxasê re diherike, bi qasê 800 – 1000 mêtreyê gelek tîk bilind dibe. Bajarê Gixiyê jî li berpalê Rojavayê girê kelahê ye, berpal û berpal ber bi bakûr dirêj dibe. Ew şikeftên di zinarên kelehê de, hîmên keleha bingehê ya di zinarên kewke de hatine bi cihkirin, Ew hin sarincên hê bi tevahî nahatinin şikandin, kolanên di zinar de, bikaranîna kevirên bazalt, teraştina keviran nîşanê me didin ku hemtaşê keleha Xolxolê ye û di dema Ûrartuyan de hatiye avakirin. Lê hin ferfûrê derketine, hin dîwarên avahiyên di nava kelehê de, cih bi cîh sûrên wê jî raberî me dike ku di dema Împaratoriya Romayê de gelek tişt lê hatine zêdekirin û keleh hatiye temîrkirin. Di hin çavkaniyan de tê ragihandin ku dema Persan ev der dagirkirine, gelek tişt rûxandine. Di ti çavkaniyan de nayê ragihandin ku Gîxî di dema Omer bîn Xetab û serfermandarê wî Xalid Bîn Welîd de hatiye dagirkirin. Bes Navçebegan ev ji nû ve pêve zeliqandine. Di dema vê serkariya faşîst de wekî gelek cihan, di geliyê Kelxasê de jî bi bendavekê pêşî li çemê Pêrê hatiye girtin. Di vê demê de dinamît kirin baxirên di bin kelahê de û her wiha gelek kevirên kelehê jî derxistin birin di bendavê de bikaranîn. Yanê di kelehê de ruxandinek mezin pêkanîn. Gelê me yê Gêxiyê bertekek tund nîşan dan. Jiwê mijar di rojnameyan de jî kete rojevê. Serkariya heyî ji bo poşandina vê ruxandina bi zanistî, qaşo heyetên xwe şandin, rapor amadekirin, Navçebeg û waliyên wan daxuyanî dan. Lê texrîbateke pir mezin pêkanîne. Li zuxrê bakûr hima di qedandina bajêr de şikefta dikeve kana madenê heye. Di hin daneyan de tê ragihandin ku ta di Serdema Hesin de yanê di dema Ûrartuyan de ev kana hesin hatiye bikaranîn. Keleh ji aliyekê ve ji bo parastina vê kanê hatiye lêkirin. Ev şikefta kanê gelek kûr û dûr diçe. Dibe ku di dema Romayiyan de jî, ev kana hesin hatibe bikaranîn. Bajarê Gexiyê ji ber kana hesin û ciheke stratejîk her dem wek navenda vê herêmê mayîne. Hetanî 1915 ev bajêr navendeke Ermaniyan bû, keşeyê heremê yê herî mezin li vir rûdinişt. Her wiha piraniya gundên girêdayîyê Gêxiyê jî gundên Ermeniyan bû. Komkujiya Ermeniyan ya vê herêmê di romanên min yên bi navê "Dîlên li ber Pûkê û Heft Rojên Kalekî" de wek bîrewariyên kesayetiyên ez bi wan re axivîme, derbas dibe. Mijara Keça keşe "Gêxîka" di kelehê de bi cih bûye jî, di dema Ermeniyan de ketiye rojevê. Ev çîrok bi gelek varyasyonên cuda tên vegotin. Di hinan de, keçik evîndarê xortekî Ermenî yê feqîr e, di hinan de jî ew evîndarê xortek Kurd e, Ji bo ku keçik li dû wan nekeve, neçe weke girtiyekê di wir de tê girtin. Her wiha hin formên wê yên din jî hene. Di hin vegotinan de jî padîşahê Pers yê bi navê Danno keça xwe ji ber hin egeran aniye di vir de bi cih kiriye. Yanê gelek lihevanînên çîrokî û romantîk hene. Mixabin dagirker cihên me yên dîrokî ne tenê di bin bendavan de dihêle, berê weke Heskîfê dînamît dikin binî, durixînin, hê dikin bin bendavan, yan jî weke keleha Gêxiyê diruxîne û kevirên wê di lêkirina bendav û mizgeftan de bikartînin. Bêguman armanca wan ya bingehîn ruxandin û wendakirina dîroka gele me ye. Tîkayeke min ji xwinêran heye: Ji kerema xwe li ser kelehên li derdora we agahiyên mina: Navê kelehê çi ye, li ser kîjan çiya, gir û zinarî hatine avakirin, û di ber wan re kîjan çem derbas dibin, kîjan newal, yan jî gelî hene, lê bi navên kurdî  ji min re bi rêbikin.