Keleha gundê Goxerik yan jî Kelê û li gel wê hebûna kelehên din yên li devera Dêrsim û Elezîzê, nîşanê me didin ku ev herêmên îro jî hetanî radeyek hê baweriya wê demê diparêze û wê demê wek Şupa, Huzna û Husîşîlî dihat binavkirin, demeke dirêj di bin rêveberiya Ûrartûyan de maye. Ne tenê di warê kavîlên dîrokî de, her wiha di warê têgîhîştin û baweriyê de jî paşmayîyên wê demê di nava civakê de dijî. Jiwê divê em vê sînorê serweriyeke bav û kalên xwe baş binasin.

Keleha Kelê li ser girê herî bilind yê li bakurrojhilatê gundikê Goxerik û li rojhilatê gundikê Kelê ye. Ev gundikana bi qasê 17-18 km li bakurrojhilatê Mazgirtê dikevin. Ew li ser rêya kevn ya ji aliyê Elezîzê ve dihat, li ser Kîlîsek û Plûmûrê re diçû Erzîncanê ne. Ev keleha gundikê Kelê jî hem di warê avahî û lêkirinê, teraştina keviran, şikeftên di baxir de hatine kolan de, hem jî li ser girê herî stratejîk ku di ber re çemeke piçûk diherike de avakirin e, bê lêkolîneke bingehîn nîşanê me dide ku keleheke Ûrartûyan e. Her wiha di çiyayê bakurê wê de kana hesin ya ji dema Urartûyan maye jî heye. Dibe ku keleha Kelê wê demê ji bo parastina rê û Kana hesin hatibe avakirin.

Ev keleh ne bi qasê kelehên Ûrartuyan yên din mezin e, jiwê mîna keleheke bi awayê parastgeh û qonaxeke li ser çarêyan û parastina hawîrdor xuya dike. Dibe ji wê be, di daneyan de mezinahiya wê tenê bi qasê 750 metrekare ye. Arkolog û lêkolîner di wê baweriyê de ne ku ev keleh li ser plana kurê Key Argiştî Rûşa ya ji bo parastina sînorên serweriyê hatiye avakirin. Ew nivîsên mixî û şikeftên tê de hatine amadekirin, herwiha ew kompleksa perestinî ya vekirî ku dişibe ya Tuşpayê jî vê dîtinê piştrast dikin.

Keleh li ser zinarên wek keleheke xwezayî ya li ser girê herî bilind hatiye lêkirin. Ew zinarên kelehê ji dûr ve dişibin mirovên li pê li benda hin kesan e. Ji bo ku mirov bikane derkeve diharê kelehê divê mirov ji 50 sewkiyên derenceyeke di zinar de hatiye kolan ve hilkişe. Dîwarên Sûra kelehê hima bigire bi piranî hêrifîye, hatiye xwarê, bes li hin cihan jî nîvê dîwar maye. Di teraştina keviran de xuya dibe ku beşek kevn û beşek di dema Rûşa de hatiye avakirin. Her wiha ev di nivîsên mixi de jî zelal dibe. Arkolog Mario Salvîni jî di wê baweriyê de ye ku ev keleh di VII. Berê Mîladê hatiye qedandin. Li nêzîkê kelehê hin kavîlên bajarên berê mîladê hene û ev di dema Urartuyan de şên bûne. Di nivîsan de navê bajarê Husuşîlî yê li nêzê kelehê derbas dibe, bes hê baş nayê zanîn ku ev navê ku derê ye.

Ji ber şêweyê avakirinê mirov dikane kelehê di bin sê beşan de binirxîne. Yek beşa li dîhar, bi tevê cihê perestinê ya berî dide rojê û li gel wê odeya di zinar de hatiye kolan. Beşa diduyan tunêla sedî sed wek qopya tunêlên kelehên Ûrartûyan yên din e ku bi derenceyan dadikeve jêr, yek jî beşa goran e ku derê wê di kêleka tunêla diçe jêr de ye. Mixabin ku gencînegerên bela serîyan û kavîlên dîrokî diruxînin ev der jî hinek ruxandine. Xwerû jî tunêla diçe jêr biniya girê keleh li ser avabûye, tev de rûxandine, û tunêl tije kevir kirine. Ji bo lêkolîneke baş divê mirov wan vala bike ku bikane ew odeya herî jêr bi awayeke baş lêbikole, da bizane ji bo çi hatiye bikaranîn.

Li ser deriyê tunêlê nivîsê mixî yên di dema serwer Ûrartûya Menûa de heye. Baş tê xwendin. Derê odeya mezin ku bi aliyê Arkologan ve wek “odeya key” tê binavkirin bi gelek ornamet û rolyefên taybet, xwerû bi sorêqutniyê Ûrartûyan bi awayê nîv koveyan hatiye xemilandin. Ew çalavên gorîkirinê yên li pêş gorên di zinar de hatiye kolan jî xwerû ne. Hin arkolog di wê baweriyê de ne ku ev ne gor, bes cihê di rewşen awerte û talûke de xwe veşartinê ne. Lewre derî jî bes bi awayê tabloyek tê xuyakirin.

Gelê me bi awayekî wate dane nirxên bav û kalan, ew bi baweriyên xwe yên nû wergirtî wek cihê pîrozweran nîşandane ku bikanin biparêzin. Di baweriya gelê heremê de ew odeya mirov di tunêlê de bi derenceya dadikeve û dikeve odeyê, cihê cem girêdana çil pîroziyan e. Giyana Çilan di rojên rojiya Ameşa Sipenta (Xizir) û dema Newrozê de tên û li wir cem girêdidin. Lema gelek caran ev ode wek sond û peyman tê bikaranîn. Gel dibêjin: “Bi wê mixara çilan! Bi kela çilan!”

Divê mirov li her derê pêşî li wan kesên li gêncîneyan digerin û nirxên dîroka me diruxînin bigire û rê nede wan ku ew van nirxên me biruxînin, yan jî zirar bidinê. Bi taybetî jî bi awayê organîzekirî cihên wiha dîrokî biparêze. Bi hêviya em di mijara keleheke din de bi hev re bin.

Çavkanî: 1- rojnameya Ozgur Dêrsim. 2 – Têza Dr. ya Serkan Erdogan. 3. Lêkolînên min