Li gorî îdîayan, li Keleha Mêrdînê deverên li derveyî radara NATO’yê, firotine Orhan Mîroglu yê AKP’yî bi navê xwe yê JÎTEM´ê Tayfûn. Li gorî agahiyên bi dest ketine, li deverê kolana ji bo avahîsaziya restoran û kafeyên Tayfûnê JÎTEM´ê dest pê kirine.

Keleha Mêrdînê ku bi dîroka xwe ya 3 hezar salî mirovan matmayî dihêle, ev 55 sal in li gel girtiye. Keleh wek hêlîna qertelê jî tê zanîn. Di salên bihurî de ji bo ku keleh li xelkê bê vekirin, miracaet hatin kirin, lê ev miracaet hatin redkirin.

Li gorî îdiayên li bajêr êdî her kes behsa wan dike, tê gotin, li herêma ji derveyî radara NATO’yê, ji bo kafe û restorantê xebatên kolandinê tên kirin. Hat îdîakirin ku ev dever ji aliyê parlamenterê berê yê AKP´ê ji Mêrdînê, Orhan Mîroglu ve hatiye girtin. Berê di belgeyên nihênî de eşkere bûbû ku Mîroglu endamê kontragerîlaya Tirk JÎTEM´ê ye û li wir navê kod Tayfûn bi kar tîne.

Li gorî şêniyên bajêr, ev dever bêyî îhalê hatiye firotin. Ji bilî van îdîayan, nayê zanîn ka keleh wê kengî li xelkê bê vekirin.

 

JINNEWS / MÊRDÎN