Dagirkeriyê ne tenê berhemên dîrokî rûxandine, her agahiyên heyî jî, belovajî kirine, navê cigehan, çîya, gir û newalan, çem û golan wisa guherîne, dema mirov li tiştekî digere, nizane li ku, di binê kîjan serenavî de lê bigere. Heta serê nivşên nû jî bi bangeşeyên qirej tevlîhev kirine. Camêr ji gundê “X” e, ez jê dipirsim: Navê gundê we yê rast, yan jî yên bav û kalên te digotin çi ye? Dibêje; “Welleh ez nizanim.” Lema lêkolîn jî gelek dijwar dibe, lê em ê her li pey rastiyê bin. Ev mijara Kelaha Parmûkê jî hinek wisa bû.
Ev keleha 26 km li Rojhilatê Çewlîgê, li ser rêya Çewlîk û Mûşê ye. Li Başûrê rê dikeve. Di nava sînorên Perhenguka (Çavuşlar) jêr de ye. Ev gundekî di awayê bajarokekê de ye. Tevde bi zarava Kirdkî diaxivin. Dagirkerên Tirk navê “Zulumtepe” li kelehê kirine. Dibe xwestibin bi vî navî wê zulma xwe ya di dema berxwedana Şêx Seîd de di mêjiyan de zindî bigire. Gundê Parmûk ji Perhengukê gundekî hêrî mezin e, şêniyên wê li dora 5000 ye.
Keleh li ser gireke di ber rêya ku Ûrartuyan ji Mûşê hetanî Elezîzê çêkirine hatiye avakirin. Mirov dikane ji kelehê rêya li ser Gimgim, Kanîreş û Gonîgê re dihat û piştî çemê Gonîgê digihîşt ser vê rêyê bi hêsanî bibîne. Li aliyê din ta hetanî nêzîkê Bongilan (Solaxanê) jî tê dîtin. Ango di ciheke stratejîk de hatiye avakirin. Di başûr û Rojavayê girê ku keleh li ser e re çemokek piçûk jî diherike.
Girê keleh li ser e, ji Rojhilat ber bi rojava dirêj û bilind dibe. Gir gireke zinarîn e.
Dîwarên dor kelehê xwerû ye, bi berahiya 3,20 m yî bi zinarên mezin hatine lêkirin. Ev qalindiyeke pir pir fireh e. Çima pêdivê bi vê dîtine jî, nayê zanîn. Beşek dîwarên li Rojhilat û bakurêrojhilat hê jî li pê ye, mîna nû hatibe lêkirin. Keleh çargoşeyeke rast e. Di dîwarên bakur û başûr de, ji bo bihêzkirina dîwaran bi navberek 7, 5 m. dîwarek piştek ê bi berahiyên 2,80x 0,70 ji kevirên bazaltê hatiye lêkirin. Çengeyê dîwaran bi formeke cûda hatiye girêdan. Divê mirov bêje ev forma lêkirinê jî di nava avadaniyên Urartuyan de gelek in. Kelah bi berahiyeke 87 x 44 m. de ye. Ji Rojhilat ber bi Rojava Sê terasên taybet hene, lê ji ber ku lêkolinên bingehîn nehatine kirin, nayê zanîn, ka ev terasana ji bo çi hatine bikaranîn. Her wiha ew tunêlên ji hundirê kelahê diçe devê çem, di zinar de odeyên goran, yan jî zexîreyan heye, tineye, ew jî nayê zanîn. Ew sarincên hima bigire di hemû kelahên Ûrartuyan de hene, li vir jî hene tine, ji ber lêkolîn tine, baş nayê zanîn. Ji ber ku girê keleh li ser e, pir ne bilind e, mirov ji Rojhilat ve dikane bi hêsanî derkeve nava kelahê, yane pêdivî bi derenceyên der ve nehatiye dîtin. Bi hêviya di demên pêş de derfetên lêkolînen bingehîn bi destkevin û baş were lêkolîn.
Rêyên Urartûyan, zemînê wê bi xiçir û cih bi cih jê bi keviran lêkirine, li gelek cihan hatine xiravkirin, lê li vir hê jî bi awayekî zelel weke berê maye. Min di mijara keleha Simanî de jî behsa vî awayê rêyê kiribû. Her wiha ev rê li gelek deverên wek Gimgim û Kanîreşê jî heye. Ji keleha Gaytê, Sîmsorê, çiyayê Korbaxê re bigire heta çanê cih bi cih xuya dike. Bêguman wê ev mijar bi ser xwe bibe bingehê xebatekê, herî kêm gotareke kurt.
Kelehên Urartûyan yên li ser rîyan wekî Sîmanî, Gayt, Pax, Oxundî, keleha Hêrek û hîn cihê din nîşanê me didin ku Ûrartûyan ji bo parastina rêyan nirxeke giran dane ewlehîyê. Ji bo wan kelahên çavdêriyê, her wiha di nava ewlehiyê de parastina rayedarên serkariyê yên ji bo erk û ziyaretkirina deveran ketine ser rêyan jî keleh lêkirine.
Di vê kelehê û terasên wê de, bi wê ve girêdayî li hin cigehên li der û dora kelehê gelek parçeyên ferfûr, kûz, cer, sênî û berhemên din ên ji Serdema Hesin mane hatine dîtin. Ew jî wekî berhemên di kelehên Ûrartuyan yên din de hatine dîtin, bi rengê tûtikên vekirî ne, hinên wan jî bi rengê sorahiya Ûrartuyan de ne. Li ser xilik û kuzan koveyên nîşana kûzên wê demjiyanê jî hene.
Min di bin nivîsên din de jî nivisîbû û alîkarî ji xwinêran xwestibû. Bi taybetî jî navên Kurdî yên girên keleh li ser in, newal û çemên li dorê, gund û bajarên li nêzîkê kelehê ji bo min pir girîng in. Lewre her tişt bi tirkî hatine tahrîfkirin. Ji kerema xwe bibin alîkar. Da ku em bikanin hem welatê xwe, hem diroka xwe û hem ji kavîlên li welatê me ji kîjan serdemê mane, em bizanin. Bi hêviya alîkariyê û her Kurdistanî bikane xwe ji vê koronayê biparêze, serkeftin. Keleha Parmûkê
Dagirkeriyê ne tenê berhemên dîrokî rûxandine, her agahiyên heyî jî, belovajî kirine, navê cigehan, çîya, gir û newalan, çem û golan wisa guherîne, dema mirov li tiştekî digere, nizane li ku, di binê kîjan serenavî de lê bigere. Heta serê nivşên nû jî bi bangeşeyên qirej tevlîhev kirine. Camêr ji gundê “X” e, ez jê dipirsim: Navê gundê we yê rast, yan jî yên bav û kalên te digotin çi ye? Dibêje; “Welleh ez nizanim.” Lema lêkolîn jî gelek dijwar dibe, lê em ê her li pey rastiyê bin. Ev mijara Kelaha Parmûkê jî hinek wisa bû.
Ev keleha 26 km li Rojhilatê Çewlîgê, li ser rêya Çewlîk û Mûşê ye. Li Başûrê rê dikeve. Di nava sînorên Perhenguka (Çavuşlar) jêr de ye. Ev gundekî di awayê bajarokekê de ye. Tevde bi zarava Kirdkî diaxivin. Dagirkerên Tirk navê “Zulumtepe” li kelehê kirine. Dibe xwestibin bi vî navî wê zulma xwe ya di dema berxwedana Şêx Seîd de di mêjiyan de zindî bigire. Gundê Parmûk ji Perhengukê gundekî hêrî mezin e, şêniyên wê li dora 5000 ye.
Keleh li ser gireke di ber rêya ku Ûrartuyan ji Mûşê hetanî Elezîzê çêkirine hatiye avakirin. Mirov dikane ji kelehê rêya li ser Gimgim, Kanîreş û Gonîgê re dihat û piştî çemê Gonîgê digihîşt ser vê rêyê bi hêsanî bibîne. Li aliyê din ta hetanî nêzîkê Bongilan (Solaxanê) jî tê dîtin. Ango di ciheke stratejîk de hatiye avakirin. Di başûr û Rojavayê girê ku keleh li ser e re çemokek piçûk jî diherike.
Girê keleh li ser e, ji Rojhilat ber bi rojava dirêj û bilind dibe. Gir gireke zinarîn e.
Dîwarên dor kelehê xwerû ye, bi berahiya 3,20 m yî bi zinarên mezin hatine lêkirin. Ev qalindiyeke pir pir fireh e. Çima pêdivê bi vê dîtine jî, nayê zanîn. Beşek dîwarên li Rojhilat û bakurêrojhilat hê jî li pê ye, mîna nû hatibe lêkirin. Keleh çargoşeyeke rast e. Di dîwarên bakur û başûr de, ji bo bihêzkirina dîwaran bi navberek 7, 5 m. dîwarek piştek ê bi berahiyên 2,80x 0,70 ji kevirên bazaltê hatiye lêkirin. Çengeyê dîwaran bi formeke cûda hatiye girêdan. Divê mirov bêje ev forma lêkirinê jî di nava avadaniyên Urartuyan de gelek in. Kelah bi berahiyeke 87 x 44 m. de ye. Ji Rojhilat ber bi Rojava Sê terasên taybet hene, lê ji ber ku lêkolinên bingehîn nehatine kirin, nayê zanîn, ka ev terasana ji bo çi hatine bikaranîn. Her wiha ew tunêlên ji hundirê kelahê diçe devê çem, di zinar de odeyên goran, yan jî zexîreyan heye, tineye, ew jî nayê zanîn. Ew sarincên hima bigire di hemû kelahên Ûrartuyan de hene, li vir jî hene tine, ji ber lêkolîn tine, baş nayê zanîn. Ji ber ku girê keleh li ser e, pir ne bilind e, mirov ji Rojhilat ve dikane bi hêsanî derkeve nava kelahê, yane pêdivî bi derenceyên der ve nehatiye dîtin. Bi hêviya di demên pêş de derfetên lêkolînen bingehîn bi destkevin û baş were lêkolîn.
Rêyên Urartûyan, zemînê wê bi xiçir û cih bi cih jê bi keviran lêkirine, li gelek cihan hatine xiravkirin, lê li vir hê jî bi awayekî zelel weke berê maye. Min di mijara keleha Simanî de jî behsa vî awayê rêyê kiribû. Her wiha ev rê li gelek deverên wek Gimgim û Kanîreşê jî heye. Ji keleha Gaytê, Sîmsorê, çiyayê Korbaxê re bigire heta çanê cih bi cih xuya dike. Bêguman wê ev mijar bi ser xwe bibe bingehê xebatekê, herî kêm gotareke kurt.
Kelehên Urartûyan yên li ser rîyan wekî Sîmanî, Gayt, Pax, Oxundî, keleha Hêrek û hîn cihê din nîşanê me didin ku Ûrartûyan ji bo parastina rêyan nirxeke giran dane ewlehîyê. Ji bo wan kelahên çavdêriyê, her wiha di nava ewlehiyê de parastina rayedarên serkariyê yên ji bo erk û ziyaretkirina deveran ketine ser rêyan jî keleh lêkirine.
Di vê kelehê û terasên wê de, bi wê ve girêdayî li hin cigehên li der û dora kelehê gelek parçeyên ferfûr, kûz, cer, sênî û berhemên din ên ji Serdema Hesin mane hatine dîtin. Ew jî wekî berhemên di kelehên Ûrartuyan yên din de hatine dîtin, bi rengê tûtikên vekirî ne, hinên wan jî bi rengê sorahiya Ûrartuyan de ne. Li ser xilik û kuzan koveyên nîşana kûzên wê demjiyanê jî hene.
Min di bin nivîsên din de jî nivisîbû û alîkarî ji xwinêran xwestibû. Bi taybetî jî navên Kurdî yên girên keleh li ser in, newal û çemên li dorê, gund û bajarên li nêzîkê kelehê ji bo min pir girîng in. Lewre her tişt bi tirkî hatine tahrîfkirin. Ji kerema xwe bibin alîkar. Da ku em bikanin hem welatê xwe, hem diroka xwe û hem ji kavîlên li welatê me ji kîjan serdemê mane, em bizanin. Bi hêviya alîkariyê û her Kurdistanî bikane xwe ji vê koronayê biparêze, serkeftin.