Ji vê kelehê re keleha Çewligê (Bingol) jî dibêjin. Hima li ser girêke bilind a di nava Taxa Kelê (Kaleönü) de ye. Yanî li bakurrojhilatê bajêr e û bi qasê kilometre û nîv ji navenda bajêr dûr e. Dema mirov derkeve diharê kelehê li bajarê Çewlîgê û li hawîrdorê binêre, mirov baş têdigîhîje ku çima ev der ji bo lêkirina kelehê hatiye hilbijartin. Her çendî cigeheke herî dîrokî ya bajêr e jî, hê ti lêkolînên bingehîn û zanistî li ser vê kelehê pêk nehatiye. Wê deverê weke bingehê dîroka Çewlîgê nîşandayîn, bi navê bajêr wir parastin tine. Şaredarî jî ne di destê gelê me de ye, di destê dewleta dagirker û înkarker de ye. Ew jî bi zanebûn di nava hewldana  wendakirin û wendabûna dîroka herême de ye. Heta li gor agahiya rojnamevanek, dema Arkologek Fars tê di ber re derbes bibe, lê dinêre, bi dîtinê re dibêje; “Ev keleheke Ûrartûyan e.” Cara yekem Arkolog Mehmet Şener û lêkolîner Enver Ustundug ê berpirsiyarê Muza Meletiyê di sala 1988 de bi hev re lêkolîneke li rûyê kelahê pêktînin, kelehê dipîvin, di encamê de digihîjin wê baweriyê ku Keleha Sîmanî keleheke ji Serdema Hesin maye, yanê keleheke Ûrartûyan e. Lê mixabin ku lêkolînên li ser kelahê û kavîlên li hawîrdor tenê bi wan dimînin. Cara jî gerînendeyê muzeya Elezîzê Suha Bulut ê ku di warê zimanê Mîtanî û Urartuyan de têgîhîştî li vê kelehê û çend kilometre ji wê wêde keleha Gaytê lêkolînên rû û nîşaneyên lê hene dinêre, ew jî digîhije wê baweriyê ku keleheke Ûrartûyan e. Suha Bulut di pîşeya xwe de kesekî jîr û durist e, ew dostekî gorbihuşt Cimşîd Bender bû. Di xabata min a li ser zaravayên Kurdî de, peyvên Mîtanî min bi rêya Cimşîd Bender ji wî standibû. Dema mirov keleha Sîmanî bi kelehên din yên Ûrartuyan re dirûberîne, dibîne ku keleh ne pir mezin e, ji wê mirov dikane bêje Keleheke mîna kalekolek ji bo parastina rê ye. Keleha Gayt ya çend km. ji wî wê de jî di heman ebatî de ye. Her wiha 25 km li rojhilatê vê keleha Sîmanî, li ser rêya Mûş û Çewligê keleheke din heye, ew hê mezintir e. Tê zanîn ku rêya di dema Ûrartuyan de hatiye çêkirin di vir re derbas dibe û li ser Sancax û bilindahiyên Korbaxê û Çana girêdayî Depê re berê xwe dide Dêrsim û Elezîzê. Keleh di berahiya 29 x 39 mêtreyî de ye. Berahiya dîwarên kelehê 1,5 m. ye û bi zinarên mezin hatine lêkirin. Lêkirina zinaran, di hîm de bi cihkirana wan, her wiha teraştina zinarên hatine bikaranîn, nîşanê me dide ku ji hunera Ûrartuyan maye. Çemokê Gaytê di ber re derbas dibe, ji ber ku lêkolînên bingehîn pêknehatine, ji wê em nizanin, ka ew tunêla di hemû kelahên Ûrartûyan de hene li vir jî heye, yan na. Li aliyê bakûr ji bingehên dîwaran xuya dike ku heşt jûrên taybet hene. Ji bo zexmkirina dîwarên kelehê li başûr û başûrrojavayê kelehê terasên gelek fireh hatine çêkirin. Lê nayê zanîn ka ev teras ji bo çandiniyê hatine bikaranîn yan na. Bes li ser hin terasan xuya ye ku avahî hebûne. Her çendî li gor qanûna bi hêjmara 2863 qaşo ev keleh piştî rapora zanyaran wek cihê dîrokî yê divê bê parastin hatibe erêkirin jî, ti tiştek nehatiye û nayê kirin. Li dora kelehê ji zû ve çandinî tê kirin, hem yên ku vê çandiniyê dikin û hem jî derdorên qaşo li gencîneyan digerin, zirareke pir mezin dane kelehê. Hê jî ev rewş didome. Di rapora kesên navborî de jî tê ragihandin ku ti xebateke lêkolînî û parastina kelehê pêknehatiye. Eger bi vî awayî bidome keleh dikane di nava xweliyê de wenda be. Her wiha kevirên birine di avahiyan de bikaranîne jî tên zanîn, lê şaredarî lê xwedî dernakeve. Piraniya gel jî ne di wê têgîhîştinê de ye ku bi damezrandina komên însiyetîfan vê cigeha dîrokî biparêzin.
Keleha Gayt ya çend km ji Sîmanî wê de, li ser girê ber devê çemê Gaytê ya ji hîmên di kewke de hatiye bi cihkirin, bigire, hetanî dîwaran, xuya dike ku ew û keleha Sîmanî di heman demê de hatine lêkirin. Mezinahiya wan jî di heman berahiyê de ne. Rewş wê hê xirabtir e. Her çendî ew jî beşeke navenda bajêr e, xwedî lê derketin tine. Polîtîka heyî ya li herêmê li ser înkara her berhemên dîrokî ye. Dixwazin berhemên dîrokî wisa têk bibin ku bikanin dîrokê 1400 berê bidin destpêkirin. Li gel wê dagirker hewl didin ku, zaravayan wek parçekirinê bikarbînin. Bi hêviya gelê me rastiyan bibînin û xwedî li paşmayiyên dîroka xwe derkevin.