Min di nava çarçoveyek teng de jî be, kelehên herî girîng yê di nava sînorên parêzgeha Dêrsimê de yek bi yek da nasandin. Bes keleh û cihên dîrokî ne tenê ew in, hin keleh û cigehên dîrokî yên din yên hêjayê lêkolîn û nirxandinane jî hene. Mixabin ku agahiyên li ser rewş û avakarên wan gelek kêm in. Ji wê mirov li ser wan tenê dikane bibêje – ji ber hin paşmayiyan dibe ku ji dema filan yan jî bêvan serkariyê mabe. Agahiyên ji vê zêdetir di destê me de tinene. Di demên pêş de dibe ku hin agahî û daneyên berfirehtir werin ber destê me, em ê bikanin bi berfirehi binirxînin. Em niha bi hêviya di demên pêş de bi kolanên bingehîn rastiya wan bê kêmasi derkeve, ji wan kelehan çendên din jî bi kurte agahiyan bidin nasandinê.
Keleha Cibo, yan jî keleha Girê Kelê: Ev keleha xwerû li ser gireke nêzîkê Cibo ya mezreya gundê Şahwerdîyê ya girêdayiyê Zerenika (Ovacik) Dêrsimê ye. Girê Kelê li rojavayê mezra Cibo ye. Li ser zinarên bi qasê 60 – 70 m. Bilind weke hêlîna eyloyekê hatiye avakirin. Baxirê keleh li ser e (zinarên kewke) hatiye kolan ji wan çend maxên kareyî pêkanîne. Di lêkolîna yekem de lêkolîner rastê derenceyeke ku dibe di tunêla veşartî re xwe bigîne çemê Mercana di bakurê kelehê re diherike. Ev jî nîşanê me dide ku Ûrartuyan li gel parastinê, ev der jî wek cigeheke dêlindezên baweriyê bikaranîne. Li heremê kêm jî be, parçeyên ferfûrên “Demjiyana Hesin” hatine dîtin, ev jî vê rastiyê dipeyîtîne. Ev girê ku keleh li ser hatiye avakirin ciheke stratejîkê leşkeriya li ser rêyên ji Pertek, Mêzgirtê tên bi Erzincanê ve girê dide, avabûye.
Keleha Kûrbizikê: Keleha dudyan ya em di vê nivîsê de bidin nasandin jî Keleha Kûrbizekê ye. Ev keleh 7 km li Başûrrojavayê nehiya Çemîşkezekê Avşeker /Ûşkerê ye. Ji ber hin daneyên berdest tê bawerkirin ku di dema Bîzansan (950) de ji vê kelehê re Hozan (Hozat) hatiye gotin. Ji dîrokzanên dema navîn Barhebraeus vê derê wek keleha Harbîzagê bi nav dike û li ser hin agahiyên stratejîkbûna wê dide. Ji ber vê egerê keleh di vê demê de jî vala nemaye, hatiye bikaranîn. Her çendî li ser û dor kelahê bingehên avahiyên dema Bîzans û Romayiyan hebe jî, keleha bingehên bi her awayi keleheke dema Ûrartûyan e. Û ev keleha Kûrbizikê û Keleha Cibo hev temam dikin. Ji ber nivîsên erebî yên li ser hin zinaran hatine kolan, mirov dikane bibêje; di dema serkariyên Îslamî de jî ev keleh hatiye bikaranîn. Li gor lêkolînên seyahê îngîlîz seyyah John George Taylor ev nivîs ji dema Alaaddin Keykubat (1219 – 1237 ve maye. Li dawiya Rojhilat a vî girê kû keleh li ser e. Dîwareke serbixwe heye, li kêlekên wê diwarî di zinar de du ode hatine kolan û her dû oda bi rêya pencereyeke di dîwar de çêkirî li hev dinêrin.
Keleha Masumu Pak: Ev keleha li ser gireke zinarîn avabûye û nêzîkê mezra Gizorî ya gundê Dêrikê ye ku girêdayî Hozat/Dêrsimê ye. Li ser vê kelehê ta niha di ti qeydê û bendî de ti agahî nehatiya tomarkirin. Cara yekem di têza doktorayê ya Serkan Erdogan de bi lêkolîneke rûyê kelehê gihîşt ber destê bala giştî. Ji ber hîmên bingehê kelehê, sarincên avê yên lê hene, li ser kelehê cihê perestina vekirî, derenceyên di baxir de (Zinar de) hildikişe kelehê, bi zelalî nîşanê me dide ku ev Keleh jî rasterast berhemeke serweriya Ûrartûyan e. Her wiha ferfûr û parçeyên kûz yên ji Serdema Hesin vê dîtinê piştrast dike. Bingeh û dîwarên sûra hê li pê jî nîşanê me dide ku dibe yan di dema Bîzans yan jî Împaratoriya Roma de hatibe lêkirin. Navê vê kelehê di çavkaniyên Grêkan de wek “Digesines” û di çavkaniyên Ermeniyan de jî wek “Degîk” hatiye binavkirin. Dibe, ew cigehê ku di metnên Pahhuwalî Mîta de derbez dibe jî ev der be.
Min çawa di destpêka nivîsê de jî nivîsiye, bi bi vê nasandina van hersê kelehan ji Parêzgeha Dêsim /Dêrsim diqetin û vê carê jî em ê berê xwe bidin Parêzgeha Çewlîkê (Çolik) û kelahên li Parêzgehê hene yek bi yek bidin nasandin. Hêvî dikim ku bi danasîna van kelehan, min hem hinek xweşikî û bi berhemên dîrokî xemilandina erdnîgariya Dêsim / Dêrsimê da nasandin. Her wiha min ragihandibû ku têkiliya baweriya li Dêrsimê bi rastiya vê dîroka Dêrsimê re têkildar e. Divê mirov ne li çolistana Ereban, ne jî li navenda Asyayê li bingehê baweriya li Dêrsimê bigere. Bingehê wê baweriyê di vê dîroka wê de veşartiye. Bi hêviya em bi silametî ji vê belaya vîrûsa Coronayê rizgarbin, ji we û karên we re serkeftin.