Van rojan li Başûrê Kurdistanê bûyer û nîşaneyên xirab hene. Ya rastî, gumanên vê bi mirov re çêdibin ku wê Başûr vegere berê. Bi taybet serdema şerê birakujiyê. Ji ber ku hişmendiya desthiltdar xwe dispêre parastina berjewendiyên eşîr û malbatan, ti gotinê li ser xwe qebûl nake. Dikare di kirasê kurdbûnê de behsa kurdayetiyê bike û qaşo ji bo wê têkoşe jî. Di rastiyê de şerê birakujîiyê çavkaniya xwe ji hebûna hişmendiyeke bi vî rengî digire. Naxwaze ti hêzeke din li kêleka xwe bibîne, ya rastî, naxwaze kes mudaxeleyî pêkhateya wê ya hişk a eşîrî bike. Beriya ku dijmin welat parçe bike wê di ketina her bajarê Başûr de kêlên sînor bicih kirine û aleke Kurdistanê jî daniye ser. Gelo em ber bi wê rojê ve diçin ku di ketina her bajarî de kêlên sînorên bajaran li lingê me dialiqin. Tu li her bihosta vê axê rastî vê trajediyê têyî. Di vê mijarê de hertim bi kirasê netewîbûnê xwe xemilandiye di çavê welatiyan de.
Desthilatdariya li Başûrê Kurdistanê gelek caran behsa deweleteke kurdî dike, lê rêya biçe deweleta Kurdî tije ye ji berjewendiyên şexsî ku heta bigihêje wir bihostek ji vê axê namîne. Di berdêla dewletbûnê de pergalan jixwe ji serê mirovan dîwar çêkiriye, laşê mirovan li erdê gêr kiriye, ji wan nerdîwan çêkiriye û pê hilkişiyaye. Çavê sorbûyî yê heyranê desthilatdariyê qet bi laşên di bin lingê xwe de nehesiyaye. His nekiriye serê mirovan di bin enîşka wî de li ser hevde bûne dîwarên zilmê. Ji bo desthildatdarên serdema me jî heman gotin lê ye, lê bi şêwazên gelekî cuda.
Li Başûr dema serokatiya Mesûd Barzanî bi dawî dibe. Herkes li bendê ye, lihevkirin çêbe yan jî Barzanî mutevazîtiyê bike û desthilatdariyê radestî gel bike. Lê tabloya heyî kûrbûna hişmendiya desthilatdariyê careke din derxiste holê. Wê demê êdî em gumanê ji hebûna parlemanê û dewleta yasayî dikin. Herkesê li hember serokatiya Barzanî derbikeve, çawa ku li Tirkiyê ji ber ku Erdogan nebû Serokkomar çi anî serê welat û ber bi qeyranê ve bir. Wer xuya dike li vir jî rewşeke bi vî rengî bi pêş dikeve. Gelo li vir em digihêjin nuqteyên dawî, yan gelo Başûr wê bikeve serdemek nû. Di dawiya her rêyê de bêguman destpêkek heye. 20’ê Tebaxê nêz dibe, roja ku dema serokatiya Barzanî ya çend caran hatiye dirêjkirin bi dawî dibe. Lê parlemanterên PDK’ê ji ber ku nekarîn di parlemaê de tiştekî bike, destpêkê boykot kirin parleman, paşê şermezar kirin. Beriya bi çend rojan bi wesayitan pêşmerge û hêzên çekdar derketin kolanên Hewlêrê û bi hêza xwe ya çek û teqandina guleyan bi ser serê xelkê de, xwestin hêza xwe nîşan bidin. Dixwazin bibêjin ku ew ê bi zora çekan jî be Barzanî li ser desthilatdariyê bihêlin. Jixwe piştî ewqas tişt û nedîtina îradeya parlemanê Barzanî bibe serok, nebe serok jî bê mane ye. Derket holê ku tiştek bi navê demokrasiyê di deftera PDK´ê de nebû û wê nebe jî. Herî dawî êdî destûr nehat dayîn parlamenterên Goranê derbasî Hewlêrê bibin. Gelek tişt ji dest dane, dibêjin qet nebe em Hewlêrê ji dest nedin. Hewlêr milkê kesekî nîne bêguman, lê PDK´yî partiyan neçar dikin ku li gor wan tev bigerin. Ger guh nedin daxwazên wan dikarin her tiştî bikin, heta sînorê bajêr jî ji wan re bigrin. Ev rewşeke şerm û metirsîdar e. Êdî em bi gotina berê nebêjin şerê birakujî ku ew jî şaş bû. Ev şerê berjewendiya eşîr û malbata xwe ye û ne tiştekî din e. Ji hemû bûyerên biqewime jî bêguman PDK berpisyar e.