Tişta herî balkêş, ji destpêka rêwîtiya me heya em gihiştin wargeha penaberan a Mexmûrê coş û heyecana gelê Başûrê Kurdistanê a ji bo gerîlayan bû. Ji bo gelê me yê Başûr tenê dîtina gerîlayekê ku bi cil û bergê xwe hemû heybeta xwe di da der, hêviyek hatibû avakirin. Coş û kelecana heyî mirov dikare di çavên her jin û zarokekê de bibîne. Di bîbilkê çavê her mirovekê de li şuna tirşê êdî ken bi cîh  bûne.

  Gelek ji wan navê gerîlayan bihîstibûn û pirê ji wan jî gerîla li çiyayên azad de dîtibûn. Lê ji bo wan hatina gerîlayan a di nava bajêr de tişteke nû bû. Êdî gerîlayên azadîxwaz ne tenê di çiyayan de ew biparasta, herwiha wê her dewera Kurdistanê bi cî bibûna û xaka nîştiman biparastana.. Ji bo vê jî hatina gerîlayan a li Başûrê Kurdistanê di hêla moral û maneviyatê de heyecaneke mezin di nav gel de da avakirin. Tişta ku herî zêde di vê rêwîtiyê de bala min kêşa jî her dewera ku em lê disekinîn nîqaşên gel yên xwedî derketina ji bo gerîla û ev wekî hêza xwe a rizgariyê dîtin bû. Her yek ji wan eynî tişt tanîn ziman, “ Heya ku hêza kurd ne be yek, emê nekarin biser bikevin”. “ Hewcedarî bi hêza netewî a gelê Kurd heye”. Ev arman û daxwaza wan a sereke bû.
   Belê em her ku nêzî wargeha penaberan a Ş. Rûstem ( Mexmûr ) ê dibûn, heyecan hîn zêde dibû û ev heyecana gel bêgûman li ser me jî bandoreke mezin di da avakirin. Ji baqirtê bigire heya qezaya Mexmûr ê û ji vir jî heya nava wargeha penabera Mexmûrê her der di bin kontrola hêzên parastina Mexmûrê de bû. Hêzên parastina Mexmûrê ku ji gerîlayên HPG û YJA-STAR û hêzên milîs yên wargehê pêk dihatin, her der xistibûn bin kontrola xwe. Çar aliyên wargehê bi hêzên çekdar hatibû dorpêçkirin. Herkes di çeperên şer de di amadebaşê de bûn. Her tişt li gor nizama leşkerî hatibû birêxistin kirin.
   Wek min di serî de jî anî ziman, di navbera deh rojan de gelek tişt hatibû guhertin. Berê wan bûyeran tenê bi deh rojan ez li vir derketim û ji ber zarokan mirov nedikarî li kolanan bibûhiriya. Koçe û kolanên Mexmûrê bi hatin û çûna insanan û bi dengê zarokan dihejiya. Di her kolana ku ti lê dibûhirî rastê komeke zarok dihatî; carnan jî te xwe ji bîr dikir û bi zarokan re tevlî lîstokên wan dibûyî. Di her kûçeya ku lê dibûhirî rastê komeke jin a ku li ser tenûrê nan dipêjin dihatî. Û heya ku te naneke germ negirtiba nedihîştin ti biçî. Herkes herkesek nas dikir û kom bi kom diciviyan; carnan jî li wan koçeyan sohbetên dûr û dirêj dihatin kirin. Lê niha kûçe bêdeng, zarok êdî naleyîzin û êdî bihna nanê tenûrê nayê pozê me.
  Weke ku bêdengiyê çar aliyê Mexmûrê bi siyekê pêça be… Li Mexmûr û kolanên vê li şûna qîrîn û bezên zarokên penaber êdî bêdengî serdest e. Li kolanên Mexmûrê de di bin germaya dijwar de bi hêviya rastê zarokên penaber yên rû bi ken bêm, bê naber dimeşim. Lê di her dewera ku derbas dibim eynî bêdengî serdest e. Kûçe û kolan ji roja ku kena zarokên penaber li vir koç kiriye, xeyîdîne û konên bêdengiyê dada ne.
  Ber bi êvarê me berê xwe navenda milîsên wargehê. Temenê wan milîsan ku di nav hêza parastina wargehê de cih digirin di navbera 40 û 60 tî de ye. Asta moral û heyecana wan pir bilind û bi keyfxweşî hatina me pêşvazî kirin. Li rexmê ku temenê wan pir mezine, bê navber kar dikin û bi saetan di çeperan de hişedariyê dikin. Bê ku germaya dijwar, zor û zehmetiyan weke kelem bibînin; tek armanca xwe parastina wargehê dibînin. Em bi wan re dirûnên û her yek ji wan dest bi niqaşa roja destpêkê a êrîşên DAIŞ’ ê ya li ser wargehê û şerê ku hatiye qewimîn dike. Di nîqaşên hemûyan de pir eşkere derdikeve holê ku li rexmê zor û zehmetiyan wan tevî gerîlayan bi berxwedaneke mezin hêza çeteyan têk biriye. Li rexmê ku derfetê wan pir kêm û ti alikariya çekan ji aliyê KDP’ ê ve nehatiye dayîn, wan bi derfetên xwe yên kêm şer kiriye û çeperên xwe bernedane.  Ji xwe ev îrade û kelecana wan jî vê yekê radixe berçavan. Piştî ku ez û hevalê xwe yê rojnamevan Cîhan çend dîmenên wan milîsan digirin, xatir ji wan dixwazin û li wê derê vediqetin.      
  Lê şev ne evçend bêdengin. Carnan dûr û carnan jî ji nêz dengê teqînan tê. Dengên ku berê vê bi deh rojan ji me re ne aşîna û berovajî vê pir xerîb bû. Lê niha derweyê bêdengiya heyî tenê dengê teqînê ye ku car bi caran tê gohê me. Em jî bi hêviya rojên ku zarokên rûbiken yên penaber careke din li wan kûçeyan dengê wan berz bibe; dengê xwe tevlî bêdengiya şevê dikin.


BERJÎN TEKOŞER