Konseya Rêveber a  Konseya Rêveber a Konreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) li ser bûyer û rûdanên di rojevê de civiya û encamên vê kombûna xwe ya periyodîk, bi daxuyaniyekê parve kir.

Konseya Rêveber di destpêka daxuyaniya xwe de serketina HDP'ê ya di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de pîroz kir û got, "Em hilweşandina benda ji seda dehê ya hilbijartinê wekî derbaskirina bendeke hejmarî nabîne, di hilweşandina rejîma dagirker a Tirkiyeyê de serketineke mezin dibîne ku ev qonaxeke nû ya têkoşîna dijî rejimê îfade dike.  KNK, HDPê û hemû endam û piştevanan û xelkên Kurdistan û Tirkiyeyê pîroz dike. KNK hemû parlementerên HDPê yên hatine hilbijartin jî pîroz dike û daxwaza serketinê dike. KNK herwiha bangî dewleta Tirkiyeyê dike ku vê encamê bi pozîtîvî bixwîne û biha bike û ji ser xeta lihevhatinê varê nebe û li leyiz û planên ku dijminahiyê kûr dikin negere û li ser esasê protokola Seraya Dolmabahçe bi rê bikeve."


Lêgerîna demokrasiyê didome

KNK'ê di encamnameya xwe de bal kişande ser lêgerînên demokrasiyê yên li Başûrê Kurdistanê têkildarî mijarê wiha hate gotin: "Di demeke nêzîk de jî hilbijartina serokatiya Herêmê di rojevê de ye. KNK hêvî dike ku li vî beşê welatî hemû pirs û pirsgirêk bi rengekî demokratîk û di nav diyalogeke herî fireh da bêne çareser kirin û konsensûsa neteweyî û welatî ya demokratîk ji aliyê hemû dînamîkên navxweyî ve bingeh bê qebûl kirin. "


'Statuya Rojava xurt dibe'

Konseya Rêveber a KNK'ê da xuyakirin ku li Rrojavayê Kurdistanê hem statuya xweseriya demokratîk di nav kantonan da tê xurt kirin, hem jî dijî êrişkarî û dagirkeriya hêza kevneperest DAIŞ'ê berxwedaneke bi rûmet tê dan û welat bi her awayî tê parastin. 

KNK'ê ev nirxandin kir: "Em vê bizava vegirtina axa welat ya dijî dagirkeriya DAIŞ'ê girîng û stratejîk dibîne ku serketina vê hemleyê wê derî li têkoşîna vegirtina parçeyên din ên di bin dagirkeriya DAIŞ'ê de jî veke. Serketina têkoşîna Girê Spî wê bibe hêzeke mezin a hemledariyê ku navçeya di navbeyna Kobanî û Efrînê de jî ji dagirkeran bê standin û kantonên Kobanî û Efrînê jî bibine yêk. Bi vî rengî Rojavayê Kurdistanê ku wekî korîdorê ji ser ava Dîcle destpê dike û digihe dora palên Çiyayê Kurmanc wê rizgar bibe û ew 'Kemera Ereb' ya salan jî wê bi dawî bê û her wiha ev serketine wê rê li ber muhtemel dagirkeriya dewleta Tirkiyeyê jî bigire." Di daxuyaniyê de bang li dewleta Tirk hete kirin ku ji bo pêwistiyên însanî bigijin Kobanê pêwiste korîdora mirovahî were vekirin. 

Di encamnameya KNK'ê de daxwazê ji welatên rojava hate kirin ku PKK'ê ji lîsteya terorê bê derxistin. 


'Îran bi agir dilîze'

 Ser hewldanên şerxwaziyê yên dewleta Îranê û destnîşan kir ku dewleta Îranê bi vê pozîsyona xwe ya şerxwazî re bi agir dilîze û divê tavilê vê helwestê biterikîne. KNK'ê got, "Reftara bi vî rengî wê bi wan jî bide windakirin. Rêya rast di gel opozisyona Kurdistanî di nav diyalogê de be û bi wan ra çareseriya pirsa Kurd û Kurdistanê pêş bixe."

Konseya Rêveber di dewama daxuyaniya xwe de ragihand ku KNK civata xwe ya 15. di Îlona îsal de pêk tê û diyar kri ku ev civat wê bibe civata nûkirina KNK'ê.   


ANF/BRUKSEL