Li Elmanyayê destûrî li dijî xizaniya zêde parastina welatiyan heye û li gorî vê pereyekî ku weke Existencesicherung (Misogeriya hebûnê) û Hartz IV tê binavkirin li wan welatiyên ku dahata wan nîne tê belavkirin. Û heger dahat di bin vê hartz IV´yê re be, hingê jî mîqdara kêm bi ser dahatê ve tê temam kirin. Lê belê hikûmeta Elman destûr dabû meqamên xwe yên peywendîdar (Jobcenter yan jî Agentur fuer Arbeit) ku kesên vê alîkariyê werdigirin heger tedbîrên li ser wan tên ferzkirin negirin, karibin bi kêmkirina vî pereyî bên cezakirin. Ha ev cezakirin çû ber destê Dadgeha Destûrê ya Elman û destûrê ev cezakirin neheq û li dijî destûra Elmanyayê dît.
Jobcenteran li Elmanyayê karîbû bi mehan heta bi 30 ji sedî yê alîkariya Harty IV´yê kêm bikin heger li gorî wan kesê ev alîkarî werdigirin ne hevkar û kooperatîf bin.
Ji bo pereyê sîgorteya kar a bi navê Arbeitslosengeld II ya bûyî adet ev bû; kesê di nava salekê de bi aweyekî neerênî gelek caran darîçav dibû, 60 ji sedî yê vî pereyê jê qut dikirin, û heta temamê vî pereyê dikarin ji ser bên qutkirin. Ev ceza jî her carê ji bo 3 mehan bû.
Ev doz ji ber bûyereke li Erfurtê çûbû ber Dadgeha Destûrê ya Elman. ji ber ku kesekî ev pere werdigirt, karek red kiribû, 234,60 euro jê kêm kiribûn. Dadgeha îdarî ya Erfurtê ji bo ku safî bibe ka ev kirina hanê li gorî yan li dijî destûra bingehîn e, doz şandibû ber destê Dadgeha Destûrê ya Elman.
KARLSRUHE