Kenala Televziyonê ya NRT 2 weşandina rêzefilmên Tirkî û klîpên Tirkî boykot kir. Herwiha rêzefilmên Tirkî yên ku wê hatibana dublajkirin jî rawestand. Yek ji Rêveberê televziyonê Rizgar Mihemmed diyarkir ku welatî ji weşandina rêzefilman nerazîbûne û ji ber êrişên ser Rojavayê Kurdistanê berhemên Tirkî hemû boykot kirin.

Rizgar Mihemmed weha got: “Ji ber êrişên dewleta Tirk yên li ser Rojavayê Kurdistanê, me rêzefilmên Tirkî, klîpên Tirkî û berhemên hûnerî yên Tirkî hemû boykot kir. Me di dema borî de 2 rêzefilmên Tirkî kirîbû, niha em ê bi rêya parêzerên televziyonê hewl bidin wan her du rêzefilman vegerînin.”

Ji bo bazara navxweyî

Li Helebceyê li baxê hinaran ku rojane nêzî 30-40 karker dixebitin, xwediyê bax Mihemed got, “Armanca min a di vî karî de ew e bazarên Kurdistanê bêyî berhemên navxweyî nemînin û pêwîstiya welatiyan bi berhemên derve nebin.

Azad Mihemmed got, “Çend kes hatin cem min û gotin ku em ê van hinaran bibin Gurcistanê. Lê min got, eger serê kîloyê 10 dolaran jî bidin ez nadim. Dixwazim berhemên navxweyî li bazarên Kurdistanê bin ne li bazarên derve.”

 

 NAVENDA NÛÇEYAN