Mirina Edîtora Rojnameya Rojeva Medyayê Evin Buldan  li civaka çapemeniya azad, malbat û hevalên wê bûye cihê xemgîniyê. Malbata Bûldan ya ku hîn jî bawer nake Evîn miriye, anî ziman ku kenê wê yê ku ji ser sûretê wê kêm nedibû niha li her derê Kurdistanê cihê xwe girtiye. 
Meta Evîn Bûldan, Xecê Ova diyar kir ku jiyana malbata Evîn bi koçberiyê derbas bûye û got: “Evîn her dem ji me re digot,’Tu caran ji ser xeta xwe venegerin. Her dem ji bo vê xetê zêde têbikoşin.’ Niha lawê min jî li çiya ye. Heta dilopek xwîn jî di canê me de hebe em ê di xeta Evînê lê şehid bû de bin. Evîn di dilê me de cihekî taybet girtibû. Niha em digirîn, lê kenê wê li berçavên me ye. Malbat gelek jê hez dikir.” 

Ova anî ziman ku, malbata Evînê ji ber polîtîkayên dewletê dema Evînê du salî bûye bi koçberîyê re rû bi rû ma ye û got: “Dema koçberîbûnê tê bîra min, hîna du salî bû dayika wê, ew û birayê wê 3 mehan bi beruyan xewdî kiribû. Birayê wê Yilmaz jî di 25’ê Sibata 2005’an de li Çiyayê Bagok şehîd bû.” 



Her koçber jiya


Xaltîka Evînê, Naîme Bartîna beriya bi 3 mehan Evîn dîtî hestên xwe wiha vegotin: “Jixwe dema li cem me bû, me ji kenê wê pêştir tiştek nedidît. Ji min pir hez dikir, ji min re digot ‘Xanima baxçe’ mirina wê gelekî bi me zor tê. Niha ji bo astengiyên dewletê, dê û bavên Evînê nikarin werin ser gora Evîn û Yılmaz. Daxwaza malbatê ew e ku werin ser gora zarokên xwe.” Bartîn derbarê jiyana Evînê de wiha axifî: “Di salên 90’î de ew bi darê zorê ji gundê hatin derxistin û koçberî Nînova û Maxmûrê bûn. Ev koçberiya bi darê zorê ti caran nikaribû rê li ber têkoşîna Evînê bigire. Her dem bi şîrîniya xwe û kenê xwe tekoşîna xwe pêş ve dibir.”
Meta Bavê Evînê, Saîme Işık jî anî ziman ku dema Evîn yek salî bûye wê dîtiye û heta 26 salî wê qet nedîtibû û wiha got: “Ji ber jiyana malbata wan ya ku bi koçberîyê derbas bû me hevdu pir nedît. Jiyana Evînê bi tekoşînê derbas bû. Cîhên ku lê rûdinişt behsa tekoşînê dikir. Rojnemevanî ji bo wê gelek girîng bû. Ji bo li çapemeniya azad bû gelek kêfxweş bû. Serê çapemeniya azad sax be.” 


 COLEMÊRG