Rojên Şanoya Gerok a Zarokan ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve tê lidarxistin bi eleqeyek mezin dest pê kir.
Pêr êvarî li Bismil û Erxenî start hat dayîn. Şanoya zarokan bi eleqeyek mezin hat temaşekirin. Lîstika “Sê Ezezok” a zarokan ku ji aliyê Şanoya Bajêr a Amedê ve hat amadekirin, li Parka Ciwanan a Erxenî hat pêşandan. Temaşevanan bi kêfxweşî li lîstikê temaşe kir.
Civaka Şanoya Li Dijî Dîwaran lîstika “Qeşmer û Peşmerî” li Parka Biratiyê ya Bismilê li dar xist. Zarokan bi kêfa dilê xwe li lîstikê temaşe kir û bextewar bûn.
Hevşaredarê Bismilê Orhan Ayaz, encûmên şaredariyê, zarok û malbatên xwe beşdarî şahiyê bûn. Beriya lîstikê rûyê zarokan hat boyaxkirin. Zarokan pêşandana şano, pandomîn û jonglor bi çepikan û kenê xwe pêşwazî kir. Pêşandan li ber kêliyên kêfxweş bi dawî bû.
AMED