
Di qonaxa 3. a Pêngava Xezeba Firatê de operasyonên dorgirtina li Reqayê didomin. Şervanên Odeya Çalakiyê ku herî dawî berê xwe dan bajarokê Kerame, ev herêm ji DAIŞ‘ê paqij kirin. Li bajarokê Kerameyê, ku li aliyê rojhilat ê Reqayê ye, di şerê pêr de wesayîteke bombebarkirî ya DAIŞ’ê hat rûxandin. Gelek katyûşa û hawanên çeteyan jî bi dest ketin. Li Kerama hin bermayiyên çeteyan ên mayî jî ji aliyê baskê operasyonê yê Bir Heba ve tên paqijkirin û li herêmê şer didome.
Şervanên bi navê Şoreş, Mêrxas û Hogir gotin, “Em ketin nava Kerame, me rizgar kir. Em ê bi pêş ve biçin û Reqayê, bajarê herî mezin ê Sûriyeyê ji DAIŞ‘ê rizgar bikin. Ti hêz nikare li ber hêza YPG’ê bisekine.” Şervan di heman demê de şêniyên herêmê bi rengekî ewle derbasî qadên ewle dikin. Şervan dibêjin, sivîl bi hesasiyeteke mezin ji malên xwe derdikevin û ew jî wan dibin herêmên ewle.
Fersat Ebû Îsmaîl û El-Xesaniyê hat rizgarkirin
Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê gundê Farsat Ebû Ismaîl ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin. Pêr êvarê jî gundê El-Xesaniyê hatibû rizgar kirin.
Li gorî agahiyên ku ji herêma şer hatin girtin, şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê li baskê Ebû Xeşeb gundê Farast Ebû Isamîl ku 25 km li rojhilatê bajarê Reqqayê dikeve ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirine û bajaroka El-Kerama kete dorpêça şervanan. Şervanan duh jî gundê Mişêrfa Şehnat û El-Xesaniye ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin û pêşveçûyîna şervanan li wê herêmê didome.
Rêya Reqa-Heleb-Dêrazor birîn
Li qeraxên Bendava Firatê çalakiyên şervanên QSD`ê yên girtina bendavê didomin. Şeva din şervanan li vir pêşketin qeyt kirin. 4 gundên li rojavayê Tebqayê û rêya Reqa-Heleb-Dêrazorê ket bin kontrola şervanên Xezeba Firatê.
Berdevkiya Koalîsyona Navneteweyî ragihand, gundên Ebû Hara, El-Moşêrfa, Kirên, Mehmiya ên li rojavayê Tebqayê û rêya Reqa-Heleb-Dêrazorê bi temamî ji çeteyan hatine paqijkirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, Tebqa ji bo perwerdekirina çeteyên biyanî yên li welatên rojava çalakiyan lidar bixin, weke navendekê ji aliyê DAIŞ‘ê ve dihat bikaranîn. Berdevkiya Koalîsyonê diyar kir, rizgarkirina Tebqayê wê bibe gaveke girîng û stratejîk ji bo rizgarkirina Reqayê.
Bendava Firatê di hedefa şervanan de ye
Baskên operasyonê yên ji bo rizgarkirina bendava Firatê jî bipêş dikevin. Şervan li herdu baskên bakur û başûrê çemê Firatê pêş dikevin. Doh şervan li vir pêş ketin û beşek ji bendavê ku ava Fedal (ava zêde ku weke qenala çandiniyê tê bikaranîn) di bin re derbas dibe, girtin bin kontrola xwe. Balafirên şer ên Koalîsyona Navnetewî di çalakiya şeva din de amade bûn. Li vir di encama êrîşên balafiran de zêdeyî 10 çete hatin kuştin. Ji van cenazeyên 3 çeteyan tevî cebilxaneya li ser wan ketin destê şervanan de. Di nav cebilxaneya hatiye girtin de, roketavêjek ji çekên Tirkî hebû. Her wiha maşîneyek BMB û bagerek jî hatin ruxandin.
Li parçeyê hatiye rizgarkirin, çeteyan riya ketina bendavê bi temamî mayin kiribûn. Her wiha li wir em rastî tonelek kûr ku xuyabû hîna jî xebatên kolandina wê didomiyan, hatin.
REQA