Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) li ser rewşa dawî ya Başûrê Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî da. KNK’ê diyar kir ku Kurdistanî û dostên wan daxwaz kirin ku referandûm were bipaşvexistin lê desthilatdarên Başûrê Kurdistanê guh nedan kesî û piştî encamdana referandûmê û gefên Tirkiye, Iraq û Îranê, desthilatdarên Başûr xwe kerr kirine û bê plan û projeyê, vîna gel li naverastê hiştine.

KNK’ê her wiha diyar kir ku divê ji vîna gelê Başûrê Kurdistanê re hurmet bête nîşandan û bang li desthilatdariya Başûr kir ku bi berpirsyarî tevbigere û kerameta xelkê welêt biparêze.


‘Em helwêsta bêrêzîkirinali dijî Başûr qebûl nakin’

KNK’ê got, tevî daxwaza taloqkirina referandûmê ya Kurdan û dostên wan, desthilatdarên başûrê Kurdistanê li ser encamdana referandûmê israr kirine û wiha dewam kir: “Di encamê de tevî hemî nakokiyan jî, kesên çûyîn ser sindoqan nêzî % 93 dengê erê dan. Lê piştî gef û êrişên dewletên Tirkiye, Îran û Iraqê, mixabin desthilatdarên başûr bêdeng, bê kirde û bê plan mane. Niha ti tişt li ser vê yekê ku çi bê kirin nayê bihîstin û di heman demê de xwe îfadekirina nîştimanî û berpirsane, nayê kirin.”

KNK´ê êrişên Iraqê weke şerê bi desteka Îran û Tirkiyeyê li dijî Başûrê Kurdistanê bi nav kir û wiha dewam kir: “Bi siyaseteke dijminkarane hewl dide Kurdan ji hev dûr bike û nakokî û alozî di navbera wan de çêke. Em bi ti awayî helwêsta dijminahî û bêrêzîkirina wan dewletan li dijî başûr qebûl nakin. Divê Tirkiye, Îran û Iraq vê rastiyê bizanin ku gelê Kurdistanê bi ti awayî dest ji mafê xwe yên rewa bernade.” 


Rêzgirtina ji vîna gel re

KNK´ê bi bîr xist ku Iraq dewleteke federal e û li gorî destûra Iraqê jî herêma Kurdistanê beşek ji vê Federaliyê ye û wiha dewam kir: “Divê rêz ji îrade û daxwaza gelê başûr re bê girtin. Her wisa desthilatdarên herêma Kurdistanê di dema muzakereyên li gel hikûmeta Iraqê de rûmet û pêgeha gelê başûr biparêzin û bi awayekî bi cesaret û cidî bersiva destwerdan û pîlanên Tirkiye û Îranê bidin.” 

KNK´ê got, dema desthilatdar xwe nedin ber berpirsiyariyên xwe û aliyên din tawanbar bikin, zirarê li rûmet û serbilindîya başûrê Kurdistanê û tevahiya Kurdistanê dikin û wiha dewam kir: “Ji ber vê em bang dikin li wan aliyên ku di desthilatdariyê de ne ku xwe kom bikin û nekevin dafikên dewletên dagirker, ji ber ku wan ti carî rêz ji mafên gelê Kurd re negirtine. KNK, daxwaz ji desthilatdarên Başûr dike ku berpirsiyariya xwe zanibin û li pêşberî gelê Başûr û tevahiya Kurdistanê xwedî li berpirsiyariya xwe derkevin û rûmeta gelê xwe biparêzin.”


Hikûmetek wêrek û parlamenek xurt 

KNK´ê îşaret bi hebûna hikûmeteke wêrekl û parlameneke xurt kir û got, “Jin û mêrên başûr ew hêza wan heye ku bi awayekî serketî xwe birêve bibin û serbilindiya gelê xwe biparêzin. 

Her wiha em daxwaz ji dostên Kurdistanê dikin ku ji ber sedem û nakokiyên siyasî li gel desthilatdarên hikumeta herêmê, bi awayekî giştî gelê Başûr ceza nekin û rûyê xwe ji gelê Kurdistanê nezivirînin. Divê rêz ji dengdayîna gelê başûr ya ji bo diyarkirina mafê çarenûsê re bê girtin.”


‘Êriş dagirkerî ye’

Di heman demê de KNK, daxwaz ji kurdistaniyan kir ku li hember destdirêjiyê li dijî xak û gelê Kurdistanê wekî dagirkerî bizanin, li hember vê xwedî helwêst bin û li hember wan bisekinin. KNK´ê daxuyaniya xwe wiha bi dawî kir: “ Bê guman KNK, piştgiriya çareseriya bi rê ya aştî û diyaloga demokratîk dike, lê bikaranîna mafê parastina rewa ji bo parastina rûmet, serbilindî û nirxên mirovahiyê yên gelê Kurdistanê wekî erka her kesî dibîne. Pêwîst e Kurdistaniyên welatparêz û dilsoz li ser xebat û tekoşîna xwe ji bo biratiya gelan, ji bo rêzgirtina ji mafên demokratîk û mirovî ya gel û sîstemeke demkratîk re berdewam bin.” 


NAVENDA NÛÇEYAN




Agirbesta Pêşmerge û Heşdî Şabî 


Hat ragihandin ku di navbera Heşdî Şabî û hêzên Pêşmerge de agirbest hatiye ragihandin. 

Piştî êrîşên artêşa Iraqê tevî Heşdî Şabî ku 16’ê Cotmehê li dijî Herêma Kurdistanê dan destpêkirin, heta doh jî şer cih bi cih diqewimî. Pêr bi şev hat ragihandin ku agirbest hatiye îlankirin.

Li gorî daxuyaniya ji aliyê ofîsa Koolîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê ya di pêşengtiya DYE’yê de, di navbera artêşa Iraqê û Pêşmerge de agirbest pêk hatiye.

Li aliyê din berdevkê Kooalîsyona Navneteweyî yê li Bexda Ryan Dillon jî îdîaya agirbestê piştrast kir. Têkildarî şert û mercên agirbestê heta amadekirina nûçeya me, agahiyên zelal nehatibûn bidestxistin. 


NAVENDA NÛÇEYAN