Welatiyên ku ji ber zilma dewletê ji gundên xwe koçber bûne û li metropolên tirk dijîn ji bo debara xwe bikin giyayên ku ji gundên xwe kom dikin li metropolan difiroşin. Kurdên ku beriya koçber bibin bi xwezayê re di nav hev de jiyane bi koçberiyê re rastî tengasiyên wekî xizanî û biyanîbûnê hatin. Giyayên ku ji gundan tê komkirin ji bo Kurdên li metropolan dijîn bû çavkaniya debarê.
Yek ji van cureyê giyayan kerenga ku li deverên bilind şîn dibe ye. Kerenga ku di nava civakê de wekî adude jî tê binavkirin û gelekî zehmet tê komkirin, di aşxaneya Kurdan de jî ciheke baş digire. Kerenga ku di xwarinên nîvro û êvarê de tê xwarin piştî ku tê pijandin benîşta wê jî tê çêkirin. Benîştê kerengê kevirê li safra kesesiyê dixîne, rehên dil sist dike êşa mîde derbas dike û diranan paqij dike.
Îbrahîm Aşîrê ku nêzî 20 sal beriya niha ji navçeya Cizîrê ji ber zexta; 'bibin cerdevan' reviyaye û li taxa Yenîpazara Akdenîza Mêrsînê bicih bûye diyar kir ku ji roja ku hatine Mêrsînê heta niha her sal diçin gund kerengan kom dikin û tînin Mêrsînê li bazarê difiroşin. Aşîr anî ziman ku berhevkirina kerengê gelekî zehme e got; "Piştî rêwîtiyeke dûvedirêj em berê xwe didin çiyayan û 8 saetan bê navber kerengan kom dikin. Me li gund kereng kom dikirin û dixwarin, lê em li vê derê difiroşin. Em hêvî dikin ku yên van tiştan bi me didin jiyan, heman tiştan bijîn. Em bi şev ji gund hatin derxistin. Ji me re gotin bibin cerdevan. Me nedikarî em çek bigirin û xiyanetê li gelê xwe bikin. Lewma me cih û warên xwe terikandin. Destûr nedan em parçeyek tiştên mala xwe bigirin."
Aşîr anî ziman ku giyayê kerengê ji aliyê Kurdan ve tê firotin û gelekî bitam û baş e. Aşîr destnîşan kir ku komkirina wê jî ew qasî bi zehmet e û wiha axivî: "Em dîsa dixwazin vegerin cih û warên xwe. Qasî ku em bijîn em ê xwedî li têkoşîna xwe jî derkevin. Em dixwazin deriyên zîndanan vebin û aştî pêş bikeve. Em naxwazin kes bimirin. Em dixwazin vegerin gundên xwe û bi xwezayê re bijîn."

ZEYNEP KURÎŞ-DÎHA/MÊRSÎN