Navê Hunermend Kerîm Kaban yê rast Ebdulkerîm Celal Ezîz e, di sala 1927’an de, li taxa Şêxan a bajarê Silêmaniyê ji dayîk bû.
Di sala 1941’an de, Kerîm Kaban strana xwe ya yekemîn li ber dergehê Seraya Silêmaniyê gotibû û xwediyê 20 stiranan bû. Di sala 1945’an yekemîn berhema xwe belav kir ku ji 8 stranan pêk dihat û heman salê bû Rêveberê Beşa Kurdî ya Radyoya Bexdayê.
Di salên heftêyan de Kerîm Kaban bû endamê tîma mûzîkê ya Silêmaniyê û çendîn berhemên xwe tomar kirin, di çend salên borî de jî li ser pêşkêşkirina berhemên hunerî berdewam bû. Sala bori ji bo rêz pê dana wî navê wî dan li bexçeyekî bajarê Silêmaniyê.
SILÊMANÎ